SOHR: Hikumeta Şamê hejmara rastîn a pêketiyên koronayê vedişêre

SOHR'ê ragihand ku li herêmên hikumeta Şamê danyên pêketiyên koronayê zêde dibe, her wiha di çend rojên dawîn zêdeyî 22 hezar û 300 kes bi koronayê ketine û zêdetirî hezar û 175 kes mirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên dispêre çavkaniyên tenduristî ji hundir Şamê eşkere kir ku 22 hezar û 300 kes bi koronayê (Covid_19) ketine û hezar û 175 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî SOHR'ê hikumeta Şamê hejmara rastîn a pêketiyên koronayê vedişêre û rojane tenê bi dehan pêketiyan radighîne. Her wiha sedema mirina piraniya wan wek nexweşên pişikê tên tomarkirin.

Li gorî daneyên dawîn ên SOHR'ê li herêmên hikumeta Şamê hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 181 hezar û 300, ji wan 72 hezar baş bûne û 10 hezar û 685 kes jiyana xwe ji dest daye.

Lê li gorî daneyên fermî yên ku ajansa SANA dispêre Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê, hejmara pêketiyên vîrusa koronayê heta 17'ê kanûnê gihaşt 13 hezar û 36 kesî ji wan, 6 hezar û 548 kes baş bûne û 832 mirine.

(dm)


Mijarên Din