SOHR: Hêzên hikumeta Şamê du baregehên artêşa Tirk topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê du baregehên leşkerî yên artêşa Tirk ên li herêmên Mikilbês û Şêx Silêman topbaran kir, di encamê de du leşkerên hêzên dagirker birîndar bûn. Li aliyekî din jî balafireke şer a Rûsyayê êrişî gundewarê bakurê Idlibê kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê du baregehên artêşa Tirk ên li herêmên Mikilbês û Şêx Silêman topbaran kir. Di encamê de du leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Bi mijarê ve girêdayî îro balafireke Rûsyayê bi moşekan derdora bajarokê Mearêt Nasan ê bakurê Idlibê kir hedef, hemwextî wê balafirên keşfê yên Rûsayê li asmanê herêma Idlibê geriyan.

Dezgehên ragihandinê yên li herêmê daxuyand ku di encama topbaranê de, baregeha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam "Cebhet El-Nusra ya berê" hate ruxandin.

15`ê Adarê balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Şenan ku nuqteyeke leşkerî ya artêşa Tirk lê heye, topbaran kir.

(eh)


Mijarên Din