​​​​​​​SOHR: Hêzên hikumeta Sûriyê nuqteya Tirkiyê li Idlibê hedef girt

SOHR’ê daxuyand ku hêzên hikumeta Sûriyê nuqteya dewleta Tirk a dagirker a li bejahiya Idlibê hedef girt, her wiha di navbera hêzên hikumet û komên çete de şer rû da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumeta Sûriyê yên ku li bejahiyên Idlibê bi cih bûne, nuqteya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şinan ê bejahiya Idlibê topbaran kir, lê der barê ziyanan de tu agahî heta niha bi dest neketine.

Girêdayî mijarê, firokeyên keşfê yên Tirkiyê li asîmanê Cebel El-Zawiyê gerîn.

Her wiha li asîmanê bejahiyên rojavayê Idlibê, Sehil El-Xab û bejahiyên Laziqiyê balafirên keşfê yên Rûsyayê yên mezin beriya çend saetan gerîn.

2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li eniyên Idlibê şerê dijwar di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên hikumeta Sûriyê de rû da, her wiha 2 leşkerên hikumetê di encama hedefgirtina çeteyan bi moşekên ji cureya B9 de li derdora Cerad a başûrê Idlibê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Hêzên hikumetê jî bi top û hewanan nuqteyên çeteyan hedef girtin, di encamê de birîndarên çeteyên Tehrîr El-Şam çêbûn.

(fr)


Mijarên Din