SOHR: Hêzên rejîmê derdora nuqteya Tirkiyê topbaran dike

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, hêzên Rejîma Sûriyê derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê ya li gundê Şêrmexar ê dikeve rojavayê gundewarê Hemayê topbaran kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got, " Hêzên rejîmî bi topavêja giran derdora gundê Şêrmexar ê li nêzî nuqteya çavdêriya Tirkiyê yê li rojavayê gundewarê Hemayê topbaran kir."

Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku beriya nîvro jî gundewayê Maret Numan bi obus û moşekan hate topbarankirin û ragihand ku topbaran gihişt bajarokên Circinaz, Marşmarîn, El-Tih, Tilmins, Dêra rojhilatê başûrê Idlibê û başûrê rojhilat, di heman demê de firokeyên keşfê li asîmanên herêmê difiriyan.

Hêzên Rejîma Sûriyê ji nîvê şeva duh heta vê sibehê gelek herêmên li gundewarên Idlib û Lazîqiye bi muşekan kir hedef, ev yek agirbesta nû dike xeteriyê.

Li gel derbasbûna agirbestê roja xwe ya nehan li  "herêmên bêçek"  aramiyek heye.

Hêzên Rejîma Sûriyê Pêncşemê 27`ê Hezîrana 2019`an nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li herêma Şêrmexar a li Çiyayê Şehşbo yêli bakurê Keleha El-Medîq a li rojavayê gundewayê Hemayê topbaran kiribûn. Ji aliyekî din ve hêzên Rejîma Sûriyê nuqteya çavdêriyê yê Tirkiyê ya li Mork ê li bakurê gundewayê Hemayê hîna dorpêç dike.

(şx)


Mijarên Din