SOHR: Koma yekemîn a çeteyên Sûrî gihaşt Azerbaycanê

SOHR got, beşa yekemîn a çeteyên Sûrî gihaşt Azerbaycanê û Tirkiyê komek din jî amade dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku beşeke çeteyên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê gihaşt Azerbaycanê.

SOHR, destnîşan kir ku ev beş beriya çend rojan ji herêma Efrînê ya dagirkirî derbasî Tirkiyê bibû, ku Tirkiyê ew şand Azerbaycanê. Her wiha diyar kir ku Tirkiyê komeke din amade dike ku bişîne Azerbaycanê.

SOHR, di nuçeyeke xwe de ku beriya 3 rojan parvekiribû ragihand ku Tirkiyê zêdeyî 300 çeteyên Sûrî ku piraniya wan ji çeteyên (Sultan Murad û Emşat) in ji Efrînê veguhestin û ji wan re got ku ew ê biçin Azerbaycanê de ku li beramberî hezar û 500 heta 2 hezar dolarî Amerîkî sînorê wê biparêze.

Dewleta Tirk yekser ket xeta aloziya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û piştgiriya xwe bi Azerbaycanê re nîşan da.

 


Mijarên Din