SOHR: Korona li 4 parêzgehên Sûriyê belav bûye û hikumet li ser mijarê bê deng e

SOHR’ê îdia kir ku vîrusa Korona bi şêweyekî berfireh li herêmên girêdayî hikumeta Sûriyê belav bûye, her wiha hikumet der barê mijarê de bê deng e û fermanên qedexekirina belavbûna agahiyên der barê wê de dide.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser zimanên gelek bijîşkên li herêmên hikumeta Sûriyê piştrast kir ku vîrusa Korona ya bi navê Covid-19 tê nasîn, li parêzgehên Şam, Tertûs, Laziqiyê û Humsê belav bûye.

Li gorî SOHR’ê angaşt kiriye, piranî kesên bi vîrusê ketin, hin ji wan jiyana xwe ji dest da, hin jî xistine karantînayê. Her wiha SOHR’ê pêwendî bi hin bijîşkên li nexweşxaneyên parêzgehên navborî re kir û bijîşkan piştrast kir ku fermanên tund ji desthilatên hikumeta Sûriyê der barê pêwîstiya bêdengî û qedexekirina axaftina li ser belavbûna vîrusê, hatin.

Hikumeta Sûriyê beriya 2 rojan wek bergiriyeke dereng jî, ragihand ku tevahî serdan û gerên ji dewletên cîran ji wê re, taloq kirine.

Li aliyekî dîtir jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên baldariyê da ku vîrûs negihîje herêmên wê, pêk anîn.

(fr(


Mijarên Din