SOHR`ê mikurhatinên çeteyekî belav kirin

Çeteyê ku ji koma El-Emşat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker qut bûye, eşkere kir ku istixbarata dewleta Tirk çeteyên sûrî dişîne Lîbyayê û Ezerbêcanê. Her wiha anî ziman ku çeteyê bi navê Ebû Emşe, çeteyan dixapîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) mikurhatinên çeteyekî ku ji koma Sultan Silêman Şah a girêdayî dewleta Tirk a dagirker qut bûye, belav kirin. Çete behsa hevkariya di navbera serçeteyê komê yê bi navê Mihemed El-Casim ku bi navê Ebû Emşe tê naskirin, bi istixbarata dewleta Tirk re ji bo veguhastina çeteyên Sûriyê ji Lîbya û Ezerbêcanê re, dike.

SOHR`ê di hefteya borî de, eşkere kir ku dewleta Tirk amadekariya şandine beşeke din a çeteyên sûrî ji Lîbyayê re dike.

Vekişîna çeteyên biyanî ji Lîbyayê di demekê de ku 3 meh derbas nake, ji girîngtirîn bendên lihevkirina ku aliyên Lîbyayê di Cotmehê de îmze kiriye. Ruxmî bi dawîbûnê wê demê lê hîna çete ji Lîbyayê derneketine.

Li gorî daneyên SOHR`ê hejmara çeteyên ku çûna Lîbyayê heta niha bûye 18 hezar çeteyên sûrî di nav de 350 zarokên di bin 18 saliyê de hene.

Heman çeteyî, got Ebû Emşe rolek mezin di şandina çeteyên Sûriyê de ji Lîbyayê re lîstiye û ev yek bi koordîneya istixbarata dewleta Tirk û li gorî prespektîvên wê pêk hat.

XAPANDIN

Li gorî SOHR`ê ku agahiyên xwe dispêre çeteyê bi navê E.E (23) Ebû Emşe di vê dawiyê de zêdetirî hezar çeteyên ku çûne Ezerbêcanê xapandine û derdora 12 milyon lîreyên Tirk anku 143 hezar dolarî ji muçeyên ku soz daye bide wan, diziye.

Çeteyê bi navê E.E. da zanîn ku ku di 10`ê Cotmeha 2020`an de derdora hezar çeteyî ji herêma Kilis derbasî Gazî Entab bûne. Tam saet di 10:00`an de beriya ku çete bi rêkevin, li gorî vegotina E.E. Ebû Emşe ji çeteyan re diaxive û wan teşwîqî şer dike û bi zaravaya herêmê dibêje; “hûnê her meh 2 hezar dolar ji simbêla min bibin.”

Piştre bi rêya balafira “Motion” ji Gazî Entab diçin Enqereyê û paşê bi balafireke din diçin Ezerbêcanê.

Çeteyê bi navê E.E. wiha domand: “Piştî ku em gihaştin Ezerbêcanê bi şevekê şerê li dijî artêşa Ermenistanê dest pê kir û em tev lê bûn. Gelek fermandarên leşkerî yên Artêşa Nîştimanî tev lê bûn. Şer du meh dom kir."

Bi gurbûna aloziya di navbera Ermenistan û Ezerbêcanê de li ser herêma Qerebaxê-Artsax di 27`ê Îlona 2020`an de, dewleta Tirk bi lez çeteyên sûrî şandin Ezerbêcanê da ku li rex artêşa Ezerbêcanê şer bikin. Li gorî SOHR`ê dewleta Tirk derdora 2 hezar û 350 çeteyên sûrî şandin Ezerbêcanê.

ÇETE NE RAZÎ NE

Çeteyê bi navê E.E. bal kişand ser ku Ebû Emşe mîna ku soz daye wan muçeyên wan nedan û wiha domand: “Ebû Emşe soz da ku dê 28 hezar lîreyên Tirk bide her endamekî. Ji wan 4 hezar lîre dan fermandarê leşkerî yê bi me re şer dikir. 12 hezar lîre dan her endamekî û 12 hezar lîreyên din jî, bi hinceta ku hîna hesabên xwe bi Tirkan re safî nekirine, nedan me.”

Çeteyê bi navê E.E. dibêje piştî derbasbûna mehekê, çeteyan xwestin ku pereyên xwe yên mayî bibin, lê bê fêde bû. Heta ku nehiştin ku kesek Ebû Emşe bibîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din