SOHR: Rejîm ber bi çiyayê Zawiya ve pêşde diçe, 2 gund kontrol kir

Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê êrişên nû li ser herêma çiyayê Zawiya ya bejahiya Idlibê da destpêkirin û du gundên nû xist bin kontrola xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê li bejahiya başûrê Idlibê pêş de diçe, piştî şerên giran li hemberî çeteyên Tirkiyê gundê Hintotîn û Şêx Damiş kontrol kir.

Ev herêm deriyê pêkanîna ambargo û kontrolkirina bajar û gundên herî mezin ên bajarokê Kefernubul ê stratejîk  ye ku dighêje "Çiyayê Şehşebo" yê rojava û çiyayê Zawiyê yê bakurê rojava .

Li aliyekî din hate diyarkirin ku hêznê rejîmê bi dehan top, obus û moşekan gund û herêmên bejahiya başûrê Idlibê û Cebel Zawiyê kir hedef. Hemxwet li eniyan şerên giran rû dide.

Rusya îro Tirkiyê sûcdar kir ku lihevkirinên Soçî bi cih neanîne.

 


Mijarên Din