SOHR: Rejîmê li Idlibê 3 herêmên din kontrol kirin

Hêzên rejîma Sûriyê pêşdeçûnên xwe li gundewarê başûrê Idlibê didomînin û 3 herêmên nû xistin bin kontrola xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê pêdeçûnên xwe li gundewarê başûrê Idlibê didomînin. SOHR, diyar kur ku hêzên rejîmê piştî şerên giran li dijî komên çete gundê Marzyeta, bajarokê Maret Herma û Um Seyr kontrol kirin.

Bi vê yekê hejmara deverên ku di nava çend saetên dawî de ketin destê rejîmê de gihiştine 10‘an: Şêx Damis, Hentotîn, Rekaya, Til Nar, Kefer Secna, Şêx Mustefa, Neqîr, Maret Zeyta, Maret Herma û Um Seyr.

Girêdayî mijarê, li derdora bajarokê Neyrebê şerên giran rû didin. Komên çete beşek ji bajarokê kontrol kir û derdora Seraqib û bajarokê Neyrebê topbaran dikin.

Balafirên rejîmê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li bejahiya Idlibê bombebaran kir. Hate ragihandin ku di bombebaranê de bi kêmanî 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

 


Mijarên Din