SOHR: Sewqiyetek din a leşkerî  a Tirkiyê derbasî `Herêmên bêçek` bû

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker sewqiyeteke  din a leşker, çek, cebilxane û madeyên lojîstîkê şandin nuqteyên çavdêr û bargehên artêşa Tirk a dagirker li herêmên bakur rojavayê Sûriyê .

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk karwanek din ku ji 35 wesayît û kamyonên tijî cablixane û madeyên lojistîk û sotemenî pêk dihat di deriyê sînor Keferlosîn de ber bi nuqtyên çavdêr ên Tirkiyê li herêmên e şandin.

Ji destpêka Adarê ve, hejmara wesayîtên ku derbasî herêmên dagirkirî ên bakur rojavayê Sûriyê bûne gihaşt 3 hezar û 215 wesayîtan tevî bi hezaran leşkeran.

Bi vê yekê hejmara kamyon û wesayîtên leşkerî yên ku gihaştin `Herêmên bêçek` di dema navbera 2`yê Sibatê heta niha de gihaşt zêdetirî 6 hezar û 620 wesayîtên leşkerî. Ev karwan ji tank, wesayîtên zirxî, erebeyên veguhestina leşkera û radarên leşkerî pêk tên. Her wiha hejmara leşkerên Tirk ên li Idlib û Heleb di wê demê de belav bûne gihaşt zêdetirî 10 hezar û 300 leşkeran.

(şx)


Mijarên Din