SOHR: Tirkiyê û çeteyên wê ji Neyrebê vekişiyan

Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê piştî 2 saetan ji şerên giran ji bajarokê Neyrebê vekişiyan.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku asta şer li eniyên rojhilatê Idlibê kêm bûye û hêzên Tirkiyê û çeteyên wê piştî 2 saetan ji şerên giran di navbera hêzên rejîmê û Tirkiyê û çeteyên wê ji bajarokê Neyrebê vekişiya. Navendê diyar kir ku li derdorê bajarokê nuqteyên nû yên çavdêriyê yên Tirkiyê belav bûn.

Hate ragihandin ku di şer û topbaranê li derdora bajarokê Neyrebê yê rojhilatê bajarê Idlibê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn, her wiha 11 endamên rejîmê di hundirê bajarokê de hatin kuştin.


Mijarên Din