SOHR:Li Bokemalê 18 leşkerên Heşd El-Şabî hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR)diyar kir ku li herêma Bokemal a aliyê rojhilatê Sûriyê nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê di encama bombardomanê balafiran de 18 leşkerên Heşd Şabî hatine kuştin.

SOHR`ê ragihand ku di encama bombebarana 3 balafiran barageha Îmam Elî û herêma Hisyan a herêma Bokemalê ya nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê, 18 leşkerên Heşed El-Şabî hatin kuştin. Barageha Îmam Elî milîsên Îranê wekî barageheke leşkerî bi kar tînin.

Piştî ketina 18 moşekan li ser bargeha Tacî ya bakurê Bexdadê ku leşkerên amerîkî têde hene û di encamê de, du leşkerî amerîkî, leşkerekî birêtanî û amerîkî, li dijî Heşd El-Şebî êriş pêk hat.

(eh)


Mijarên Din