Şopînerên şanoyên Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol çawa dinirxînin?

Şopînerên Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a 5`emîn şanoyên heta niha hatine pêşkêşkirin, nirxandin û diyar kirin ku pêwîstiya wan bi lêhûrbûnê heye û hinan jî got di vê rewşa zor û dijwar de ku herêm tê re derbas dibe, xebateke serkeftî ye.

Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a 5`emîn li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo berdewam dike.

Têkildarî nirxandina şanoyan, hin rexnegiran got şano mizextkar e û divê hîn zêdetir naveroka wan were dagirtin û hinan jî got şaştiyên lîstikvanan pir in.

Fewaz Mehmûd ji destpêkê ve mihrîcanê dişopîne û beriya ku şano dest pê bike, kursiyekê ji xwe re diyar dike. Fewaz Mehmûd mihrîcana kurdî nirxand û got girîngiya wê ne kêmtirî mihrîcanên cîhanê ye û ev xal lê zêde kir:"Beriya niha ciwanên Kurd berê xwe didan şanoyên erebî, da ku berhemên xwe pêşkêş bikin. Ji xwe sedema vê yekê siyaseta helandina çandî ya ku hikumeta Şamê li dijî Kurdan dida meşandin bû."

Mehmûd destnîşan kir ku hin caran maf dihat dayîn ku şanoyên xwe bi zimanê kurdî pêşkêş bikin û baş bi ser diket, ev jî tê wateya ku ciwanên Kurd bi nasnameya xwe ya kurdî ve girêdayî ne û dixwazin şanoya kurdî pêş bixin da ku bigihêjin asta cîhanî.

Mehmûd diyar kir ku mewsima 5`an a mihrîcanê û piştî pêşkêşkirina çend şanoyan li gorî salên borî paşde çûye, nexasim di warên hilbijratina navaroka şanoyê, baldariya ji tevahiya detayan re û gavên li ser dikê de. Mehmûd xuya kir ku ji ber ku mihrîcan berdewam e ew nikarin şanoyan binirxînin.

Mehûmd bal kişand ser asta lîstina lîstikvanan û got: “Divê listikvan zêdetir canê xwe  perwerde bikin. Divê derhêner jî zêdetir pirtûk û romanan bixwînin. Şano bê xwendinê mîna berdeqa vala ye."

ꞌVALAKIRINA ENERJIYA NEYÎNÎꞌ

Li aliyekî din jî Ferec Umer diyar kir ku lidarxistina mihrîcana bi vê astê û tevî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku dem demê rastî êrişan tên û zehmetiyan dikişînin, wekî serkeftineke mezin e û “valakirina enerjiya neynî ye” ku niha li hemûyan serwer e.

Ferec Umer wiha domand:"Her 5 şanoyên ku heta niha hatine pêşandan, heta astekê mirov dikare bibêje baş bûn. Di heman demê de pêwîstiya hin berheman bi lêveger û nîqaşkirina liv û tevgerên wan heye, da ku li ser dika şanoyê şaştî çênebin."

Temaşevana bi navê Rewan Mihemed diyar kir ku wekî salên derbasbûyî şanoya kurdî bi deqên xwe tê naskirin, lê dema ku şano xîtaba temaşevan bike, divê gotin û hevokên hêsan werin hilbijartin.

Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a 5`emîn di 27`ê Adara derbasbûyî de dest pê kir û 9 şanoyên rengereng hatin pêşkêşkirin.

Heta niha jê 6 şano hatine pêşandan. Mihrîcan dê heta 6`ê Nîsanê berdewam bikin. Komîteya Nirxandinê ku ji 6 endaman pêk tê, dê kesên bi ser ketine hilbijêre.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din