Sosik û Til Fender di navbera xema xwendinê û êrîşên Tirkiyê de ne

Bi hatina sala xwendinê ya nû re, metirsiyên şêniyên gundên Til Fender û Sosik ên li ser sînorê Tirkiyê yê rojavayê bajarê Girê Spî der barê zêdegaviyên Tirkiyê yên li ser dibistan û xwendekaran de weke salên borî de, zêde dibin.

Hema çend roj mane dê xwendekar dest bi sala xwendinê ya nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Lê zarokên gundên Sosik û Til Fender bi sedema nêzbûna dibistanên wan ji sînor ve heke artêşa Tir gule avêtin, ditirsin berê xwe bidin dibistanan.

Di 2017’an de rêveberiya dibistana Sosik neçar me dibistanê 2 mehan bi sedema êrîşên Tirkiyê, bigire. Di sala pey wê re xwendekar neçar man ku waneyên xwe di maleke gund de ku hin dabîniyên dibistanê lê ne guncaw bûn, bibînin.

Artêşa Tirk a li ser sînor, zaroka bi navê Sara Rifat Mistefa ya ji gundê Til Fender di dema vegerê ji dibistanê de gule avêt serê wê. Di encamê de di 1’ê Mijdarê de şehîd bû. Ev keraset ji kerasetên biêş ên dermirovî ye.

Piştî wê bûyerê, dibistana gund çend hefteyan hat girtin.

Mamosteya dibistana gundê Til Fender Îde Kobo got  ew di sala borî de di gelek astengiyan re bi sedema êrîşên Tirkiyê yên li ser dibistana gund, derbas bûn.

Îde wiha lê zêde kir: "Zaroka şehîd Sara Rifat Mistefa di refa yekemîn de bû. Bi destê leşerkên Tirk ên li ser sînor di dema vegera ji dibistanê de şehîd bûbû. Hin zarok hene malên wan nêzî sînor in ji ber tirsa hedefgirtina Tirkiyê nikarin werin dibistanê."

Îde bal kişand ser ku xwendekar bi sedema gihandina dibistanê hin caran di saetên dewama dibistanê de nayên.

Mamosteya dibistana Til Fenderê diyar kir ku bi Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Girê Spî û şêniyên gund re der barê dîtina maleke dûrî sînor û gund de nîqaş kir, da ku zarok perwerdeya xwe bibînin.

Şêniyê bi navê Mistefa Derwîş ê ji gundê Til Fender jî got: "Pêşeroja zarokên me di xeteriyeke mezin de ye. Em dizanin hema çend roj mane xwendina sala nû dest pê bike. Lê der barê jiyana zarokên xwe de mitirsîdar in ku dîsa bûyerên wekî şeheadeta Sara dûbare bibin."

Mistefa Derwîş bang li rêxistinên mafên zarokan, rêxistinê cîhanî û NY’yê kir ku sînorekî li hember kiryarên Tirkiyê re deynin.

Derwîş got: "Tirkiyê dibistana gundê Sosik kir hedef. Ev jî di sala borî de bû. Li aliyekî din jî gelek sivîl kirin hedef. Şêniyê bi navê Ezedîn Osman di dema ku diçû zeviyê xwe yê li gund av bida, leşkerên Tirk ên li ser ew qetil kirin.”

Dewama rêveberiya dibistanan a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destpêka Îlonê dest pê kir. Dê dibistan deriyên xwe di 15’ê vê mehê de vekin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din