Sozên şandeya Swêdê yên piştgiriya warên tendirustî, perwerde û Rêveberiya Herêmî

Şandeya Swêdê di çaroçoveya gera xwe de li herêmê bi hin desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Di çarçoveya ger û civînên ku şandeya Swêdê ku roja Sêşemê gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîze kirine de, îro şande li mala mêvanan a li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya. Ji wan desteyan "Desteya Tendirûstî, Desteya Perwerde û Fêkirin, Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredarî û Buroya Karûbarên Mirovî ne".

Duh, sibehê şandeya payebilind a ji Swêdê di Dergeha Sêmalka re derbas bû û gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande ji nûnerê navdewletî yê Swêdê yê dosyeya Sûriyê Bar Orinews, berpirsê dosyeya Sûriye di Wezareta Swêdê de Cariwan Weinbach, berpirsê Bernameya Ajansa Alîkariya Cîhanê(SIDA) a li Lubnanê Brides û şêwirmendê qanûnî Avîn Çetîn, pêk tê.

Civîna yekemîn di saeta 09:00’an sibehê de li navçeya Amûdê bi Desteya Tendirustiyê re bi beşdarbûna nûnerê navdewletî yê Swêdê yê dosyeya Sûriyê Bar Orinews, berpirsê dosyeya Sûriye di Wezareta Swêdê de Cariwan Weinbach, berpirsê Bernameya Ajansa Alîkariya Cîhanê(SIDA) a li Lubnanê Brides, şêwirmendê qanûnî Avîn Çetîn û hin nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Swêdê û Scandinaviya Stêr Kurdaxî û ji aliyê Desteya Tendirustiyê jî hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa, hate lidarxistin.

Der barê civînê de Dr. Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa wiha da zanîn: "Tişta di civînê de hatiye nîqaşkirin ew e aşkerkirina beşa tendirustî û bijîşkî ya herêmê piştî ku di krîzan re derbas bû ji şandeya Swêdî re hate nîqaşkirin. Di civînê de hin pêşniyar ji berpirsê Bernameya Ajansa Alîkariya Cîhanê (SIDA) der bar pêdiviyên herêmê ji aliyê bijîşkî û projeyên ku pêwîstiya piştevaniya civaka navdewletî tê xwestin de, hatin kirin. Ji aliyê xwe ve jî şandeyê soza pêkanîn û pêşkêşkirina alîkariyên piştevaniya projeyên ku ji hêla Desteya Tendirustiyê ve hatine pêşniyarkirin, da."

Civîna duyemîn jî di navbera şandeya Swêdê û Desteya Fêrkirin û Perwedekirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saet 10:00’ê sibehê de pêk hat. Di civînê de şandeya Swêdê tevî beşdarbûna nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Swêdê û Scandinaviya Stêr Kurdaxî û hevserokên Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê Kewser Doko û Receb Mişrif, amade bûn.

Têkildarî civîna ku di navbera şandeya Swêdê û hevserokên Desteya Fêrkirin û Perwerdê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê de Receb Mişrif wiha daxuyand: "Me serdana şandeya Swêdê der barê hewldanên pêşeroja herêmê de cidî girt dest. Me ji aliyê xwe ve gelek pêşniyarên pêşdebirina rewşa perwerdê kirin. Ji wan pêşniyaran jî sererastkirina hemû dibistanên ku hatine wêrankirin. Metodên herêmên nû hatine rizgarkirin, weke Reqa, Tebqa û Dêrazor ên ku li metoda UNICEF’ê tê birêvebirin û çawaniya pêşdebirina wê, hatin nîqaşkirin. Her wiha daxwaza şandeyê bi piştevaniya Rêveberiya Xweser a çapxaneyan jî hat kirin."

Civîna sêyemîn jî ya ji hêla şandeya Swêdê ve di saet 11:00’an de li dar ketiye, bi Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bû. Di civînê de ji hêla Desteya Rêveberiya Herêmî û şaredariyan ve hevserok Cozêf Lehdo û Mîdya Bozan û li rexê jî endamên şandeyê bi beşdariya nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Swêdê û Scandinaviya Stêr Kurdaxî amade bûn.

Di derbarê civînê de hevserokê Desteya Herêmî a Şaredariya Cozêf Lehdo îşaret pê kir ku şandeya Swêdê xwesteka desteyê ya projeyên pêşniyarkirî yên amade ji bo xebatê bi armanca alîkarî û destpêkirina pêkanînê kir. Her wiha got ku tiştên me pişniyar kirine ew in ku projeyên rizgarkirina ji çopê, projeyên sererastokirina rêyan û kanalîzasyonan in. Dê di demên pêş de bi hikumeta Swêdê re da ku piştevaniya guncaw a pêkanîna projeya ku di amadebûnê de ye pêşkêş bike, di nava têkiliyan de bin.

Di derbarê civîna çaremîn de jî ya bi Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye lidarxistin, hevserok Abdulqadir Miwehed tê de amade bû. Tê de sozên pêşkêşkirina alîkariyê ji hêla Ajansa Alîkariya Cîhanê ya ji koçber û penaberên herêmê re hatin dayîn û her wiha jî çawaniya koordînakirinê di pêşerojê de jî hate nîqaşkirin.

Piştî bidawîkirina 4 civînên bênavber bi desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê re yên ku vê sibehê dest pê kirine, tê payîn ku dê şande berê xwe bide Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xwese ya Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din