Srî Lanka: Hemû berpirsên êrîşên Paskalyayê hatin bêbandorkirin

Fermandarê polîsên Srî Lankayê Shindana Wickramaratny got hêzên ewlehiyê kesên ku destê wan di êrîşên yekşema Paskalyayê de hene ku di encamê de 257 kesan jiyana xwe ji dest dabû, an hatin destgîrkirin an jî kuştin.

Ajansa AFP`ê ragihand di daxuyaniyekê de fermandarê polîsên  Srî Lankayê Shindana Wickramaratny wiha gotiye: "Polîsan hemû kesên ku destê wan di êrîşa 21`ê Nîsanê li ser 3 dêran û 3 hotêlên mezin heye, diyar kirin."

Wickramaratny teqez kir ku hemû kesên plan kirin û teqînên xwekujiyê pêk anîn, hatin kuştin û hin jî li gel wan girtî ne.

Her wiha destnîşan kir ku piştî qedexeya derketina derve hate rakirin, li welat jiyan normal dibe û wiha got: "Me ewlehiya hemû dibistanan xurt kiriye û bernameyên şiyariyê ji bo ewlehiya hemû dibistanan datînin."

Shindana Wickramaratny hejmara kesên ku ji ber teqînan hatin girtin diyar nekir, lê duh berdevkê polîsan Rowan Gonasekera got 73 kes, di nav de 7 jin, di girtîgehê de ne.

Hikumetê gef li Koma El-Tewhîd El-Weteniyê xwarin ku ew li pişt teqînan in, her wiha DAIŞ`ê jî berpirsyariya teqînan hilda ser xwe.

(jo)


Mijarên Din