Îsraîl 2 nêçîrvanên filistînî girtin û gef li Xezayê xwar

Artêşa Deryayî ya Îsraîlê vê sibehê du nêçîrvanên filistînî girtin. Ji aliyekî din ve serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefa êrîşek leşkerî berfireh li Xezayê xwar.

Nûçegihanê me li ser zimanê çavkaniyên filistînî got: "Artêşa Deryayî ya Îsraîlê îro li başûrê Xezayê ser keşteya du nêçîrvanên filistînê de girt, keştî desteser kir û her du nêçîrvan girtin."

Sandîkeya nêçîrvanan di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji wê gihaşt ber destê ajansa me got: "Keştiyên artêşa Îsraîlê, êrîşî keştiyên nêçîrvanan li başûrê Xezayê kirin. Keştiyek rawestandin û du nêçîrvanên bira piştî ku keştiya wan û tevahiya alavên nêçîriyê desteser kirin, girtin."

Nûçegihanê me destnîşan kir ku tevî ku artêşa Îsraîlê rûbera nêçîriyê di 28 km de diyar kiriye, lê her du nêçîrvan bi 11 km dûrî beravên Xezayê girtin.

Her wiha nûçegihan balkişand ku nêçîrvanên filistînî bi awayekî domdar ji hêla artêşa Îsraîlê ve têne hedefgirtin. Ji ber wê ji karê xwe mehrûm dimînin. Bi vê yekê Îsraîl peymanên agirbestê di navbera komên filistînî yên Xezayê û Îsraîlê de binpê dike.

Girêdayî wê serokê hikumeta Îsraîlê û wezîrê artêşa Îsraîlê Benjamin Netanyahu got: "Eger Tevgera Hemas û komên filistînî li gorî agirbestê tevnegeriyan, artêşa Îsraîlê li benda min e da ku êrîşek leşkerî li dijî Xezayê pêk bîne."

Malpera I 24 NEWS`ê ya israîlî got Netanyahu bi rêya şandeya misrî komên filistînî tehdîd kirine. Piştî ku artêşa Îsraîlê endamek ji Ketaêb El-Qessam baskê leşkerî yê Hemasê qetil kir, şandeya misrî niha bi rêveberên komên filistînî re li Xezayê dicive û girêdayî agirbesta bi Îsraîlê re bi wan re nîqaş dike.

Heman malper bi bîr xist ku Netanyahu gotiye hikumeta wî dê bendên agirbestê pêk bîne eger Hemas û komên din ên li Xezayê pêk anîn û wiha gef li Xezayê xwar: "Bûyerên kuştin û  soyqestkirina fermendarên komên filistînî yên Xezayê berdewam in û ranawestin. Her wiha dê bibin beşek ji her êrîşek leşkerî li dijî Xezayê."

Netanyahu wiha domand: "Eger Hemas nakokî li başûr gur bike, ez ê biryarek wêrek bigirim. Wê demê ez navbeynkariya we yan jî navbeynkariya NY`î û Qeterê qebûl nakin, heta ku tevahiya armancên min ji operasyona li Xezayê pêk werin."

Malpera I 24NEWS`ê diyar kir ku Netanyahu istixbarata Misirê agahdar kiriye, ku alîkariya madî ya Qeterê nagihêje Xezayê û ev biryarek dawî ye û dê jê gav paşde nevêje.

Nûçegihanê me balkişand ser ku alîkariya Qeterê wek astengiyekê ye, dibe ku nakokî di navbera Xeza û Îsraîlê de zêde bike. Ji ber ku alîkariya Qeterê mehane ji malbatên xizan û hindek karmendên saziyên hikumeta Hesamê re tê xerçkirin. Ev jî yek ji şertên agirbestê di navbera Xeza û Îsraîlê de ye û eger pêk were tê wateya ku nakokî veger di navbera her duyan de.

(şx)


Mijarên Din