Îsraîl amadekariya diyalogê bi Lubnanê re dike

Îsraîl amadekariya xwe ji bo dan û standinên bi Lubnanê re bi navbeynkariya DYA’yê ji bo çareseriya aloziya li ser sînor ku bandorê li ser çalakiyên çavdêriya petrol û gazê li rojhilatê Deryaya Spî dike, nîşan da.

Reutersê ragihand ku wezîrê enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz di daxuyaniyê de piştî serdana xwe ji nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) David Satterfield re got dibe ku dan û standin berjewendiyên her du welatan di pêşxistina rakirina gaza xwezayî û petrolê de pêk bîne.

Lê tu daxuyanî ji berpirsên Lubnanê yan jî DYA’yê derneketin.

 (jo) 

 


Mijarên Din