​​​​​​​Îsraîl amadekariyên bersivdayîna Hizbullah dike

Pitşî ku duh Hizbullah ragihand du leşkerên wê di topbarana Îsraîlê li ser xaka Sûrî de hatin kuştin, artêşa Îsraîlê amadekariyên di nava refên xwe de û li herêma bakur, zêde dike.

Kenala 12`an a Îsraîlê ragihand ku piştî Hizbullah kuştina yek ji çalakvanên xwe di êrişa balafirên Îsraîlê li ser armancên Sûrî de ragihand, artêşa Îsraîlê amadekariyên xwe li ser sînorê bakurê Lubnanê zêde dike.

Her wiha çavkaniyên Îsraîlê destnîşan kir ku ragihandina Hizbullah ji kuştina yek ji leşkerên wê re (Elî Kamil Muhsin) di êrişa balafirên Îsraîlê li ser herêma balafirgeha Şamê ya Sûrî de tê wateya ku ew ê bersivê bide.

Çavkaniyên din ên di artêşê de got fermandariya bakur a artêşa Îsraîlê amadekariyan dike û hêzê piştî ku amadekariyên Hizbullah li ser sînorê Lubnanê hatin dîtin, amade dike.

Li gorî çavkaniyên girêdayî Hizbullah û Pasdarên Îranê ku beriya niha Îsraîlê êrişî hedefên li derdora Şam û bajarê Deraa yê başûrê Sûriyê kiribû.

(bx)


Mijarên Din