Îsraîlê balafirgeha Teyfûr bombebaran kir

Rejîma Sûriyê di saetên sibê de ragihand ku hêzên wan ên asîmanî bersiva êrîşeke Îsraîlê ya li ser balafirgeha Teyfûr da û di encama wê de leşkerek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Ajansa Sana ya girêdayî rejîma Sûriyê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku hêzên wan ên asîmanî bersiva êrîşeke Îsraîlê da û 2 moşekên ku balafirgeha Teyfûr kir hedef, teqandin. Di encama êrîşê de leşkerekî wan jiyana xwe ji dest da û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Her wiha zirar gihîşt depoyeke cebilxaneyê û hinek avahiyên din.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî diyar kir ku şevê din çend teqîn li bejahiya rojhilatê Humsê pêk hatin. Hat diyarkirin ku teqîn ji ber êrîşa balafirên Îsraîlê li ser balafirgeha Teymûr a leşkerî ya rojhilatê Humisê pêk hat. Di balafirgehê de cebilxane û baregehên Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê hene. Ji ber wê herî kêm 5 kes, di nav de leşkerekî rejîmê, hatin kuştin. Her wiha birîndar jî hene.

Dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku rewşa hinek birîndaran pir giran e. Agahî hene ku hinek kuştiyên din jî hene. Her wiha di encama êrîşê de depoya moşekan û erebeyek hatin teqandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku roja yekşemê jî Îsraîlê derbeyên hewayî li dijî baregehên li başûrê Sûriyê pêk anîn. Di encama wê de 10 kuştî, di navde 3 leşkerên Sûriyê û 7 leşkerên biyanî ku alîgirên hêzên rejîmê bûn, di topbarana 2`yemîn di vê hefteyê de hene.

(bx)


Mijarên Din