Îsraîl banga diyalogan li Filistînê kir

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê bang li Filistînê kir ku derbarê pandemiya koronayê de koordîneyê xurt bike û li diyalogan vegere.

Ji ber belavbûna vîrusa koronayê bi awayekî mezin li seranserî cîhanê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz bang li filiîstîniyan kir ku li diyaloganên rasterast vegerin koordîneyê derbarê vîrusê de pêk bîne.

Gantz di peyameke bi dîmen ku buroya wî weşandiye got: "Li Rojhilata Navîn guhertin çêdibin, vegera li diyalogan ji berjewendiyê we ye.  Derbarê mijara derzîkirinê de em ê alîkariyê bidin we û em ê tedîdbêrên pêkanîna qanûnên li ser ketina welatiyên îsraîlê herêmên desthilatê giran bikin."

Gantz her wiha got: "Em ê projeyên mezin li Xezayê, di nav de herêmên pîşesazî yên hevbeş, projeyên beşê enerjî, av û çandiniyê vekin, bi şertê ku dîlgirtî û windayî werin vegerandin û desteka leşkerî ji bo Hemasê were sekinandin."


Mijarên Din