Îsraîl başûrê Lubnanê topbaran kir, El-Herîrî bang kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku topeke li dijî panzêran ji xaka Lubnanê ber bi herêma Avimem ya beşê rojhilatê ve hat avêtin. Îsraîlê wekî bersivdayînê başûrê Lubnanê topbaran kir.

Li gorî nûçeya Skynews‘ê artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku gelek topên li dijî panzêran ber bi bargeh û wesayîtên leşkerî yên li herêma Avimemê ve hatin avêtin.

Artêşa Îsraîlê wekî bersivandinê t jêderên topavêtinê li başûrê Lubnanê kirin hedef, bi taybet li gundên Maron Eras û Bint Cibêl ên li beramberî sînor.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avijaa Adraei li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku hemû çalakiyên li ser sînorê Lubnanê di nav de çandinî werin rawestandin.

Li aliyek din jî Hizbullah jî ragihad ku di topbaranê de hin leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û birînarkirin.

Wezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya civîna Wezareta Parastinê got: "Lubnan dê berdêlên giran bide."

Artêşa Îsraîlê duh (Yekşemê) got, balafireke bê mirov a Îsraîlê esmanê welat binpê kir û madeyên şewatê avêt ku bû sedema şewatekê li herêmê Ehrac a li ser sînor.

Li gorî Ajansa Nûçeya a Wataniya ya Lubanên (NNA) Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî bi rêya peywendiya telefonê ji Wezîrê Derve yê Amarîkayê  Mike Pompeo û Şêwirmendê Serokê Fransayê Emmanuel Boone, xwest ku civaka navdewletî mûdaxele bike û aloziya li ser sînor bi dawî bike.


Mijarên Din