Îsraîlê bersîva topên ji Xezayê hatine avêtin da

Balafirên şer ên Israîlê piştî avêtina du moşekan  ji Xezayê ber bi bajar û nuqteyên leşkerî yên Israîlê ve rêzeêrişên dijwar li dijî nuqteyên girêdayî komên filistînî li Xezayê pêk anîn.

Balafirên şer ên Israîlê bifirehî hejmarek nuqteyên girêdayî komên filistînî û zevî li bakur û navîna Xezayê bombebaran kirin.

Heta vê kêliyê tu agahiyên girêdayî encamên bombebaranê tune ne. Lê malên şêniyên nêzî nuqteyên ku Israîlê kiriye hedef bi awayekî mezin zirar dîtine.

Li gorî çapemeniya Israîlê, êrişa Israîlê piştî êrişa bi du moşekan ji Xezayê ber bi Isaîlê ve hat.

Çapemeniya Israîlê ragihand ku du moşek ku ji Xezayê hatine avêtin, li cihên vala ketine û tu zirar pêk neanîne.

Çapemeniya Israîlê got: “Artêşa Israîlê dest bi tore topbarankirina Xezayê kiriye wek bersîvekê li ser topên îro.”

(şx)


Mijarên Din