Îsraîlê betariyên li dijî moşekan û topavêj li ser sînorê Lubnanê bi cih kirin

Piştî kuştina endamekî Hizbullahê di bombebarana Îsraîlê ya beriya çenda rojan li Şamê de û nakokiya her du aliyan li ser sînor, îro artêşa Îsraîlê betariyên li dijî moşekan û topavêj li seranserê sînorê bakurê Lubnanê belav kirin.

Piştî ku endamekî Hizbullahê yê bi navê Elî Kamil Muhsin 20’ê Tîrmehê di bombebarana Îsraîlê ya li dijî Şamê de hate kuştin, Îsraîlê li ser sînorê Lubnanê gelek betariyên li dijî moşekan û topavêj bi cih kirin.

Çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê texmîn dikin ku dibe Hizbullah êrişî leşkerên Îsraîlê yên li herêmên sînor bike ku tola xwe ji kuştina Muhsin rake.

Li gorî çavkaniyan ji nav senaryoyên muhtemel, dibe ku Hizbullah bi moşekan erebeyên leşkerî yên Îsraîlê bike hedef an jî leşkerên li ser sînor bi sekvaniyê hedef bigire.

Îna borî, dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê li ser zimanê fermandarê herêma bakur ê artêşa Îsraîlê Amir Baram daxuyand ku texmînên artêşê destnîşan dikin ku Hizbullah plana tolhildanê dike.

Ajansa SANA daxuyandibû ku pergala parastinê ya asîmanî ya Sûriyê hedefên dijber ên li asîmanê Şamê di 20’ê vê Tîrmehê de têk birin.

(fr)


Mijarên Din