‘Îsraîl bi tevlêkirina Difa Xerbiye re dê veguhere dewleteke ku bi `kotîbûnê` ketiye’

Generalê berê yê Îsraîlê Shaul Arielî hişyarî li ser plana tevlêkirina Difa Xerbiye ji Îsraîlê re da û got "Ev plan dê Îsraîlê veguherîne dewleteke ku bi `kotîbûnê` ketiye. Dê Îsraîl bi cezayên navdewletî re rû bi rû bihêle."

Generalê îsraîlî yê berê, di hevpeyvînekê de bi rojnameya Maariv a Îsralê re, got: "Artêş nikare encamên vê planê tehemul bike. Televîv jî ne ji aliyê ewlehî, aborî yan jî qanûnî ve ji vê tevlêkirinê re amade ye."

Arielî helwestên serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û civaka navdewletî bi giştî destnîşan kir û got: "Ev nîşaneyek e ku plan li ser asta navdewletî nayê qebûlkirin. Lewra divê Îsraîl dev ji vê planê berde, ji ber ger wisa neke dê veguhere dewleteke xizan û lihevketî, wekî ku tevahi kotîbûnên li cîhanê dihewîne."

Shaul Arielî wiha domand: "Îsraîlî tenê li ser asteke demkurt li vê planê dinêrin, lê nimûneya rojhilatê Qudsê diyar dike ku bi tevlêkirina Difa Xerbiye re, Îsraîl li asta demdirêj dê bigihêje ku derê. Ji bo filistîniyan jî, ji bilî civakên sivîl gelek ji wan nikarin derbasî Îsraîlê bibin."


Mijarên Din