Îsraîlê dema serweriya li Difa El-Xerbiye diyar kir

Serokê koalîsyona hikumetê ya Îsraîlê Mîkî Zohar aşkera kir ku dê hikumet li ser projeya ferzkirina serweriya Îsraîlê tevahî kombûnên malên Yahûdiyan ên li Difa El-Xerbiye di destpêka Tîrmeha bê de, erê bike.

Berdevkê partiya Lîkud Mîkî Zohar îro got dê hikumet li ser projeya sewerkirinê erê bike û di wê demê de dê li ser Knessetê (meclisa Îsraîlê) pêşniyar bike da ku biryarê bide, her wiha dê ev tedbîr di çend hefteyên bê de pêk bên.

Mîkî Zohar ragihand ku aliyên pêwendîdar niha li ser nexşekirinê bi hedefa gihîştina lihevkirinan bi rêveberiya Amerîkayê re têkildarî herêmên ku dê seweriya xwe lê ferz bikin, nîqaş dikin.

Der barê bersivdana pirsa ‘heke Koşka Spî bi israr dewleta Filistînê ava bike?’ de Zohar wiha got: "Vê dixwazê red dikim û dê Îsraîl bi her halî serweriya xwe li Difa El-Xerbiye bike."

Zohar piştrast kir ku hikumet li ser cemidandina xebatên avakirina malan li Difa El-Xerbiye erê nake, lê belê dê avahiyên li deverên ku nêzî cihê ferzkirina serweriya wê nabin, bicemidîne.

(fr)


Mijarên Din