Îsraîl dest bi lihevkirinên girêbesta bi Xezayê re kir

Hemasê îro pêkanîna lihevkirinên Îsraîlê yên têkildarî girêbesta bi Xezayê re ragihand. Her wiha artêşa Îsraîlê di pêkanîna pêngava serdegirtinên li herêmên cuda yên Dufa El-Xerbiyê de 22 welatiyên Filistînê girtin.

Berdevkê tevgera Hemas Hazim Qasim got dewletên navbeynkariyê di dosyayê de dikin; Misr, Qeter û DYA ne û ji wan re "ragihandine" ku Îsraîlê dest bi pêkanîna pêngaveke berfireh ji bo lihevkirinên girêbestê kiriye.

Qasim di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha got: "Ev qonax ji dosyayên piştgiriya malbatên xizan ku dê bi rêya rêdana derbaskirina alîkariyên Qeterê be, başkirina rewşa kehrebe û avê, peydakirina kar ji kesên betal û derçûyî re û başkirina tevgera rêyan pêk tê."

Her wiha Qasim got: "Kêmkirina azara şêniyên Xezayê, ji komên Filistînê û tevgera Hemas re, armanceke stratejîk e."

Nûçegihanê ajasa me yê li Xezayê destnîşan kir ku balyozê Qeterê Mihemd El-Amadî duh di saetên şevê de, piştî ku zêdetirî 15 roj bi ser dema serdana wî ketibû, ku diviyabû di destpêka mehê de bûya, gihaşt Xezayê.

Nûçegihanê me bal kişand ser ku El-Amadî bi serdana xwe ji Xezayê re alîkariya ku Qeterê pêşkêş kiriye, derbas kiriye û dê li malbatên xizan were belavkirin.

Tê zanîn ku serdana El-Amadî piştî çend rojan ji serdana nûnerê aştiyê yê navdewletî yê Rojhilata Navîn Nikolay Mladenov ji Xezayê re û civîna wî bi tevgera Hemasê re pêk hat. Serdan û civandin piştî bêaramiya di qadê de pêk hat.

Tê payîn ku ji bo lêgerîna tekezkirina lihevkirên der heqê girêbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de, şandeyek ji Misrê serdana Xezayê bike.

Her wiha nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre  çavkaniyên Filistînê, diyar kir ku artêşa Îsraîlê li Dufa El-Xerbiyê piştî ku mal û milkên wan wêran kirin, 22 welatiyên Filistînê girtin.

Di vê derbarê de çapemeniya Îsraîlê got artêşê bi îdiaya ku ev kes beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne, girtine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din