Îsraîl endamekî "Humat El-Sixor" kuşt

Artêşa Îsraîlê endamekî ji Ketîbeyên Ezedîn El-Qesam kuşt ku yên girêdayî Tevgera Hemasê ne. Her wiha cotkar û masîvanên Xezayê jî kirin hedef. Di heman demê de, artêşê 12 filistînî li El-Dufa El-Xerbiyê girtin.

Nûçegihanê me li Xezayê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tendirustî ya Filistînê got: "Artêşa Îsraîlê ciwanek bi guleyê li ser sînorê rojhilatê Xezayê kuşt."

Di vê çarçoveyê de Ketîbeyên El-Qesam diyar kir ku ciwan ji endamên hêzên "Humat El-Sixor" e. Ew jî ji formên leşkerî yên taybetiya parastina sînor in.

Artêşa Îsraîlê li ser kuştina endamê El-Qesam got: "Artêşa Îsraîlê piştî endamê El-Qesam nêzî herêma qedexekirî bû, gule avêtê."

Li aliyekî din jî Ketîbeyên Ezedîn El-Qesam daxuyaniyek da û ev tişt got: "Artêşa Îsraîlê bi mebest gule avêt şervanê me di dema xebat dikir de. Ev sûc bi hêsanî derbas nabe. Em niha sûcê ku hatiye kirin dinirxînin. Dê piştre dijmin cezayên vê sûcê bikişîne.”

Di heman çarçoveyê de, nûçegihanê me ragihand ku artêşa Îsraîlê cotkar û şivanên pez ên Xezayê di dema di nava zeviyên xwe de dixebitîn de hedef girtin. Ji ber wê jî xebatên wan hatin rawestandin, hin mal û milkên wan jî hatin talankirin û ew jî li gor cotkaran diyar kiriye.

Di çarçoveyeke din de jî, çavkaniyên Filistînê yên li El-Dufa El-Xerbiyê ji nûçegihanê me re gotin artêşa Îsraîlê 12 filistînî di hemleyên serdegirtinên cuda yên li El-Dufa El-Xerbiyê de, girtin.

Artêşa Îsraîlê jî got hêzên wan kesên bigûman ên ku li dijî ewlehiya Îsraîlê derketine, girtine.

(fr)

ANHA


Mijarên Din