Îsraîlê gef li Lubnanê xwar

Îsraîlê gef li dewleta Lubnanê xwar û got ew ê êrîşî kargeha moşekan a girêdayî rêxistina Hizbullahê bike.

Rojnameya Mearif a Îsraîlê sibeha roja yekşemê ragihand ku Fransayê agahî der barê niyeta Îsraîlê ya êrîşkirina kargeha çêkirina moşekan a Hizbullahê de daye Lubnanê.

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsand: “Fransayê ji hikumeta Lubnanê xwest ku agahiyên îstixbaratî yên DYA’yê yên der barê hebûna kargehên moşekan ên Hizbullahê de lêkolîn bike.”

Her wiha li gorî rojnameyê, Fransayê ji hikumeta Lubnanê xwestiye ku rewşa van moşekan zelal bike, beriya êrîşkirina Îsraîlê û bombebarkirina wê di aliyê esmanî de.

Rojnameyê diyar kir ku Fransayê ji hikumeta Lubnanê re teqez kiriye ku Îsraîl li beramberî hebûna van kargehên Îranê li Lûbnanê bê deng namîne.

(kc)

 

 


Mijarên Din