Îsraîlê gef li Lubnanê xwar

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku wezîrê artêşa Îsraîlê Benny Gantz ji artêşê re gotiye eger Hizbullah êrişî Îsraîlê bike, binesaziya Lubnanê wêran bikin.

Rojnameya Israel Hume ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên paye bilind, ragihand ku Gantz perispektîf dane artêşa Îsraîlê ku eger Hizbullah êrişeke li dijî Îsraîlê pêk bîne, binesaziya Lubnanê wêran bike.

Saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê texmîn dikin ku Hizbullah wê êrişeke dijwar pêk bîne, li hemberî vê yekê jî artêşa Îsraîlê li herêma sînor a Lubnanê di amadekariyê de ye.


Mijarên Din