Nivîsgeha serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî da zanîn ku daxuyaniyên duh ên serokerkanê artêşa Îsraîlê Avîv Kochavi der barê planên nû li dijî Îranê de "bê nirx" e.
Nivîsgehê da zanîn ku ev daxuyanî di çarçoveya şerê psîkolojîk ê Îsraîlê de ye.
Daxuyaniyên Îranê piştî ku Avîv Kochavi roja sêşemê daxuyanî da û tê de diyar kir ku artêşa welatê wî planên operasyonên li dijî Îranê nû dike, hat.
(dm)