Îsraîl û Hemasê li ser agirbesta  6 mehan lihev kirin

Kanala Îsraîlê ya 12 ragihand ku Îsraîlê û Tevgera Hemasê li ser agirbestê heya 6 mehan li hev kirine.

Kanalê li ser zimanê çavkaniyên pê bawer diyar kir ku peyman ji 8 bendan pêk tê di nav de 4 girêdayî Hemas û 4 girêdayî Îsraîlê ne.

Li gorî agahiyên raporê, Hemas çalakiyên xwe yên "dijber" li nêzî têlên ser sînorên Xeza, û xaka bin serweriya Îsraîlê bi 300 metreyan, çalakiyên şevê û meşên deryayê rawestîne.

Ji aliyê xwe ve Îsraîl rûbera nêçîrê ji filistîniyan re li Xezayê heya 15 mîlan fireh bike, projeyên xebitandinê yên rêxistina UNRWA`yê bi lez bike, derman û alîkariyan derbasî Xezayê bike û diyalogê li ser kehrebe, derî, pere û tenduristiyê li Xezayê bike.

(şx)

 


Mijarên Din