Marpela WELLA li ser zimanê rayedarên payebilind ên Îsraîlê ragihand ku wezîrê parastinê Benny Gantz di hefteyên borî de du caran bi Kargêrê wezîrê parastina Amerîkayê Christopher Miller re axivî û dosyayê Îranê, rewşa li Sûriyê û muzakereya lihevkirina ewlehiyê ya di navbera DYA û Îsraîl de gotûbêj kirin.
Rayedarên Îsraîlê diyar kir, heger rêveberiya Trump li dijî Îranê tev bigere, dê Israîl hişyariya pêşîn wergire. Lê tevî wê jî ji ber rewşa bêbaweriya mezin, berspektîf dan artêşê da ku amedekariya xwe bike.
Marpelê xuya kir ku tirsa Îsraîlê ew e ku, heke Amerîka êriş bike, dibe ku Îran bi rêya komên alîgirên xwe yên li Sûriyê an jî Hizbullahê yekser bersiva leşkerî li dijî Îsraîlê bide.
Rojnameya “New York Times" hefteya borî ragihandibû ku Trump îhtîmala pêkanîna êrişekê li dijî kargeha navendî ya derxistina uranyumê ya Îranê ya li Nitizê bi hin rayedarên payebilind re yên di rêveberiyê de nîqaş kiribû.
(dm)