Îsraîlê li Xezayê rûpîvana masîgirtinê kêm kir

Şeva din artêşa Îsraîlê 8 filistînî di pêngavên ku li herêmên cuda yên Difa El-Xerbiyê dane destpêkirin de girtin. Her wiha rûpîvana masîgirtinê li Xezayê kêm kir.

Nûçegihanê me li ser zimanê çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê 8 filistînî di hemleyên serdegirtina malan de destgîr kirin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku kesên ku hatine girtin, têkiliyên xwe bi çalakiyên ewlehiyê li dijî artêşê hene.

Li aliyekî din jî li Xezayê artêşa Îsraîlê rûpîvana masîgirtinê li Deryaya Xezayê li pêş masîvanên Filistînê 15 mîl daxist 6 mîlan, ev yek jî wek bersiva roketên ji Xezayê derketiye.

Malperên Îsraîlê bi bîr xist ku artêşa Îsraîlê tevgera Cîhad El-Îslamî wek berpirsa avêtina roketên ber bi Îsraîlê ve tawanbar dike.

Avêtina roketa şevê din wek têkbirina agirbestê ye ku ji gelek hefteyan ve didome. Ji lew re artêşa Îsraîlê li hemberî vê yekê, gava kêmkirina rûpîvana masîgirtinê avêt.

(fr)

ANHA


Mijarên Din