Îsraîlê nuqteyên komên çekdar ên Filistînê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê hejmareke nuqteyên komên çekdar ên Filistînê yên li Xezayê bombebaran kirin.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku balafirên şerê ên Îsraîlê  başûr, navend û bakurê Xezayê bombebaran kirin û diyar kir ku filistînî vê topbaranê bi ya herî dijwar ji yên beriya çend rojan bi nav dikin.

Medyaya Îsraîlê bi bîr xistin ku artêşê gelek deverên li Xezayê bombebaran kirin û ev yek wekî bersivdayîna ji êrîşa li dijî dewreyeya Îsraîlê ya li başûrê Xezayê bi nav kirin ku di encamê de ziyan giştin erebeyên wan ên leşkerî.

Li gorî çavdêrên Filistînê, komên çekdar dê bersiva vê bombebaranê bidin.

ANHA


Mijarên Din