Îsraîlê nuqteyên komên Filîstînê li Xeza û Lubnanê kirin armanc

Balafirên şer ên Îsraîlê di derengiya şevê de, baregehên komên çekdar ên Filistînê li Xezayê û baregehên din ên li Lubnanê li nêzî sînorê Sûriyê bombebaran kirin.

Nûçegihanê ajansa me yê Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê li bakur, başûr û li navenda Xezayê, nuqteyên komên Filistînê kirin armanc û ziyanên madî çêbûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bersiva moşekên bajarokê Sidêrût ê Îsraîlê yê li bakurê Xezayê kirin armanc, da û tevgerên Hemas û Cîhad El-Îslamî kirin armanc.

Her wiha artêşa Îsraîlê cara yekemîn ku nuqteyên leşkerî yên li Lubnanê yên nêzî sînorê Sûriyê dike armanc û diyar kir ku ew girêdayî Cebhe Şebiyê ya Filistînê ye.

Vê sibê serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku piştî şerê dawî û avêtina moşekan ber bi bajarên Îsraîlê yên nêzî Xezayê ve, kota sotemeniya bi rêya korîdora Kerem Ebû Salim derbasî Xezayê dibe, bû nîv.

Nûçegihanê me diyar kir ku biryara Îsraîlê ji sotemeniya taybet a şîrketa kehrebeyê ya li Xezayê re jî derbasdar e.

Di vê derbarê de nûçegihanê me bal kişand ser ku heta radeyekê dê biryar bandora xwe li dana kehrebeyê ji Xezayê re bike û dê saetên qutkirina kehrebeya Xezayê zêde bibe.

Çapemeniya Îsraîlê diyar kir ku meclisa ewlekariyê ya Îsraîlê ya teng ‘Kabînêt’ dê îro li bakur û başûrê welêt geşedanan bişopîne û biryarên girîng bide.

Piştî binpêkirina girêbesta navdewletî û herêmî ya navbera Îsraîl û Xezayê, şerekî dijwar rû dide û çavdêr dibêjin dibe ku di demeke nêz de di navbera her du aliyan de şerekî dijwar rû bide.

(eh)


Mijarên Din