Îsraîl êrîşî çalakiyên Filistîniyan kirin: 1 kuştî û bi dehan birîndar

Hêzên Îsraîlê li Xeza û Dufeya Rojava mûdaxeleya çalakiyên Filiîstîniyan kirin, di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da.

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku zarokê bi navê Hesen Nufel ku bi guleyên sekvanên Îsraîlê di pişta xwe de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de got, di encama êrîşa Îsraîlê li dijî çalakgerên çalakiya deryayî ya li berava Deryaya Beyt Lahiya ya bakurê rojavayê Xezayê de derdora 30 kes bi fîşekên rasterast birîndar bûn û hinek din di bin bandora gazên rûndikrêj de man.

Nûçegihanê me diyar kir ku hêzên artêşa Îsraîlê bombeyên gazên jehrê û gule avêtin bi hezaran çalakiyên çalakiya deryayî ya li beramberî wargeha "Zîkîm" a îsraîlê.

Li Dufeya Rojava, artêşa Îsraîlê girt ser bajarokê Ebû Dîs ê bajarê Qudisê, piştî ku herêm dorpêç kir bombeyên gaza jehrê avêtin, di encamê de 12 kes birîndar bûn.

ANHA


Mijarên Din