Şîraz Hemo: Em ê berxwedanê xwe bilind bikin û Efrînê rizgar bikin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê ya dagirkirî Şîraz Hemo diyar kir ku gelê Efrînê bi projeya neteweya demokratîk siyasetên dewleta Tirk vala derxistin.

Dewleta Tirk û komên çeteyan di 20’ê Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir û di 18’ê Adara 2018`an de kanton dagirkirin.

Dema dewleta Tirk kantona Efrînê dagirkir, bi hezaran kes revandin, bi sedan kes qetilkirin, demografiya herêmê guherîn, mal û milên şêniyan talan kirin. Şênî ji bajar derxistin û çete û malbatên wan li malên gel bicih kirin.

Bi hatina salvegera sêyemîn a êrişên artêşa Tirk ên li ser Efrînê, ajansa me hevpeyvîn bi hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Efrîna dagirkirî Şîraz Hemo re çêkir. Şîraz bal kişand ser xeteriyên dagirkeriyê, berxwedana gelan, astengiyên li pêşiya rêveberiyê, azarên koçberiyê, kar û xebatên diplomatik ên girêdayî rizgarkirina kantona Efrînê ji artêşa Tirk.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

 

*Hûn berxwedana 2 salan a gelê Efrînê li dijî dewleta Tirk çawa dinirxînin?

Ev du salin dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hertiştî dike armanc. Çandê tune dike, şunwaran dirûxîne, sivîlan digre. Rojane binpêkirin û sûcên şer pêk tîne.

Armanca Tirkiyê ji van kiryaran, koçberkirina gelên Efrînê û xweradestkirina gel e. Lê berevajî vê yekê şêniyên Efrînê di pêvajoya 2 salan de li Şehbayê li ber xwe dan û radestkirin nepejirandin. Her wiha li dijî sûcên artêşa Tirk berxwedan û têkoşîna xwe berdewam kirin û projeya Neteweya Demokratîk ji xwe re esas girtin.

Gelên herêmê baş dizanin ku di vê pêvajoyê de erka dikeve ser milên wan, ew e ku siyaseta Erdogan bi cîhanê bidin nasîn. Lewma Erdogan ji gelê Kurd û belavbûna projeya Neteweya Demokratîk li cîhanê ditirse.

*Dewleta Tirk Idlib û Efrîn dagirkirine. Ev bajar beşek ji Sûriyê ne. Lewma ji bo rizgarkirina Idlibê rejîmê dest bi şer kir, di baweriya we de ji bo rizgarkirina Efrînê çima rejîma Sûriyê neket liv û tevgerê? Gelo ji bo gelên Efrînê çi rol û mîsyon dikeve ser milê rejîma Sûriyê ?

Tişta li Idlibê diqewime û destwernedana di Efrîna dagirkirî de mirov serwext dibe ku kantona Efrînê derencamên civîna Astanayê ye. Li gel vê yekê siyaseta dihat meşandin, Efrîn beramberî Xotayê bû lewma heta niha kesî destwerdana pirsgirêka Efrîna dagirkirî nekiriye.

Lê ev nayê wateya ku gelên Efrînê bang li hikumeta Sûriyê û Rûsyayê nekirine, ji ber her du alî ji kar û barên Sûriyê re berpirsyar in û gel banga vegera li welatê xwe dikin.

*Têkildarî rizgarkirina Efrînê di navbera we û rejîma Sûriyê de hevdîtin çêbûne?

Derbarê kar û xebata diplomatik û bangên vegera li Efrînê de, ji xalên sereke yên stratejiya Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê ye. Lewma di civînên diplomatik ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe de, Efrîn pêşek e.

*Piştî 2 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbasbû, di baweriya we de armanca Tirkiyê ji binpêkirinan çi ye?

Destpêka hevpeyvînê de me bi bîr xist ku ji encamên berxwedana gel, hetikantina rastiya siyaseta Erdoganê dagirker e. Ji ber Tirkiyê domdar projeya Neteweya Demokratîk ji xwe re xeter dibîne, îcar pirsa di vir de derdive holê xîtabî Tirkiyê dike, gelo ka ewlekariya neteweyî ya Sûriyê?

Tirkiye dixwaze kirîza hundirîn a welatê xwe binixumîne, ji ber êdî têkçûna hundirîn a dewleta Tirk eşkere bûye.

* Ev e 2 salin gelên Efrînê koçberbûne û li Şehbayê bicihbûne, gelo zor û zehmetiyên pê re rû bi rû dimîn çi ne?

Di demeke ku Şehbayê xwedan derfetên kêm e, rewşa debarê û koçberan zor e. Sedema vê jî li dorpêçkirina herêmê û rojane artêşa Tirk herêmê bi topavêjan dike armanc, vedigere.

*Dewleta Tirk di 2019`an de êrişî Şehba û Til Rifetê kir, li gel vê yekê hewldana koçberkirina gelên Efrînê ji Şehbayê jî kir, gelo dewleta Tirk çi dixwaze?.

Împeratoriya Osmanî li ser hesabê gelan domdar hewldana berfirehkirina dagirkirina herêmê dikir. Di vê sedsalê de jî hewldana dûbarekirina heman siyasetê dike, lewma Erdogan hewl dide împeratoriyeke nû ya Osmaniyan ava bike. Armanca dewleta Tirk jî hem koçberkirina gelê Efrînê ji Şehbayê ye, bê ser û ber sivîlan topbaran bikin û herêmê bikin armanc. Lê gelên herêmê bersiva êrişan dan û berxwedana li beramberî Efrînê didin meşandin, isbata israra rizgarkirina Efrînê ye.

Komkujiya dewleta Tirk li dijî navçeya Til Rifetê pêk anî, ne ya yekemîn e. Armanc jê cibicihkirina siyaseta dagirkeriya li herêmê ye.

*Hûn ê ji niha û şûn ve bi çi awayî têkoşîna xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker bidin meşandin?

Gel li Şehbayê li berxwe didin. Dê ew têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin. Ji ber êdî tehemula gel ji kesên destwerdana kar û barê Sûriyê dikin nemaye. Nexasim dewleta Tirk. Li ser vî esasî em ê bi hemû  kesên têkiliyên wan bi kar û barên Sûriyê re hene hevdîtinan bikin û dosyayan pêşkêşî dadgehên navdewletî bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din