Şêrhat jî bû yek ji qurbaniyên dagirkeriya Tirkiyê

Şêrhat Deyan Oso piştî îşkenceya giran ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, di zindanên dagirkeran ên li Efrînê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî dagirkirina Efrînê; binpêkirin, kuştin, îşkence û xwestina pereyan  ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dawî nabe.

Welatiyê bi navê Şêrhat Deyan Oso di sala 1990`an de ji gundê Carê yê navçeya Bilbilê hatiye dinê. Ew jî bû yek ji qurbaniyên binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê.

Di destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, dagirker û çeteyan welatiyê bi navê Şêrhat revand û 2 mehan di zindanên de hiştin û hemû cureyên îşkenceyê lê kirin. Ji bo ku Şêrhat serbest berdin, milyonek lîreyên Sûriyê jê xwestin. Piştî ku pere dan Şêrhat berdan, lê çîroka Şêrhat li vir bi dawî nebû.

Piştî demekê, careke din dagirkeran êrîşî mala wî ya li Efrînê kir û careke din ew revandin û avêtin zindana li bajarê Ezazê. Vê carê gelek îşkence li Şêrhat kirin, ji ber vê yekê gelek nexweşî lê hatin. Piştî îşkenceyê, Şêrhat ji zindanê derxistin lê êdî mîna miriyan bûbû. Piştî gelek hewldanan, malbatê xwe gihand kantona Şehbayê û derbasî Nexweşxaneya Avrîn kir, lê li wir jiyana xwe ji dest da.

Şêrhat Deyan Oso bavê 2 zarokan bû û çeteyan derdora 10 milyon lîreyên Sûriyê jê dizîn.

(jo)

ANHA


Mijarên Din