Sûriyê parçe dibe… civaka navneteweyî bê deng e

Şêniyên Til Hemîsê dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê û çêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê, bi meşekê şermezar kirin.

Îro sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û endamên saziyên civakên sivîl li dijî siyaseta dagirkeriya Tirkiyê li kantona Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji Sûriyê, meşek li dar xist.

Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD`ê, Kongreya Star, YPG`ê û YPJ`ê û pankartên li ser nivîsa "Em ê berxwedana xwe bilind bikin, sînoran bişikînin û Efrînê azad bikin" û “Her zeytûneke Efrînê dê bibe gule li hember dijmin" hildan.

Zarokên navçeya Til Hemîsê wêneyên zarokên Efrînê yên di êrîşa Tirkiyê de şehîd bûbûn, hildan. Meş di nava kolanên navçeyê de geriya û li kolana sereke rawestiya. Şêniyan deqeyekê rêz girt û paşê endamê PYD`ê Ehmed El-Şetî axivî û wiha got: "Em li kêleka birayên xwe li kantona Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê disekinin."

Ehmed El-Şetî teqez kir ku Efrîn û zeytûnên wê parçeyek ji xaka Sûriyê ne û da xuyakirin ku armanca dagirkeriya “Osmaniyên nû” ji lêkirina dîwar ew e ku serdema berê vejînin.

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Ciwzê El-Hasûd jî axivî û dagirkeriya Tirkiyê û binpêkirinên der heqê şêniyên Efrînê û xakên li Bakurê Sûriyê ji Cerablûs, Ezaz û Babê de şermezar kirin.

Ciwzê El-Hesûd bêdengiya navneteweyî ya beramberî binpêkirinên Tirkiyê şermezar kir û got: "Dagirkeriya Tirkiyê dîwarê parçekirina Efrînê ji Sûriyê li pêş çavên cîhanê lê dike, her kes li hember wê yekê bê deng e."

Meş bi dirûşmên destekdayîna berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din