Sûriye û aloziya padîşahên tazî

MISTEFA ELO

Aloziya Sûriyê li pey xwe deh sal hiştin bêyî ku tiştekî nû bîne, tenê kuştin û wêrankirin, mêtingerî, asîmîlekirin û dagirkerî bi xwe re anî. Her wiha mask li ser rûyê gelek welatên ku xwe li paş maskên demokrasiyê vedişartin, xist xwarê û rûyê wan ê kirêt xuya bû.

Bi destpêka avabûn desthilatê û sazûmankirina wê di serdema Sumeran de anku 3 hezar sal beriya zayînê û girtina teşeya xwe ya herî birêxistinkirî, çavbirçî û hovane bi pergala kapîtalîzmê re ku di destpêka serdema 16`an de tovên xwe yên yekemîn danîn, vê pergalê ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne, dest bi bikaranîna gelan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê kir.

Têrê dike ku mirov behsa tecrubeya komunîst a li Çînê û sosyalîst a Yekitiya Sovyêtê bike. Di demeke kurt de ew welat ji antîkapîtalîzmê vegeherîn welatên ku dixwazin cihekî mezintir di pergala kapîtalîzmê ya cîhanî bigirin.

Her tim hêzên kapîtalîst di bin navê berzkirina dirûşman û sloganên balkêş ên wekî parastina azadiyan û parastina demokrasiyê û mafên microvan de berjewendiyên xwe li ser hesabê gelan bi dest bixin. Lê deh salên aloziya Sûriyeyê ew hêz bi temamî tazî kirin û piştî ku niyetên wan ên rastîn diyar bûn, niha di nava qeyranê de ne.

Ev hêz bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku rastî rezîltiyeke mezin a exlaqî hat û Yekitiya Ewropayê (YE) jî piştî ku dema maskeyên wan ên kevn qediyan, hewl didin maskeyan biguherin.

Em hinekî vegerin destpêka aloziya Sûriyê ku bi şêweyê tevgera gel ku daxwaza mercên baştir ên jiyanê û piçek demokrasiyê dikir, dest pê kir. Hêzên kapîtalîst qaşo hêsir ji bo zilma ku li ser gelê Sûriyê tê kirin, barandin û xwe wekî parêzvanên maf û daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo demokrasiyê nîşan da.

Durûtiyê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re dest pê kir ku yekser derket û daxwaza rûxandina hikumeta Şamê kir ku gelê xwe dikuje.

Rûsya bi salan li benda vê yekê bû û di 30'ê Îlona 2015'an de dema Beşar Esed û rejîma wî nefesa dawî digirt, bi awayekî fermî li rex hikumeta Şamê mudaxeleya aloziyê kir. Ji ber vê yekê Rûsyayê karî şertên xwe bi temamî li ser Esed ferz bike ku tu pirsgirêkek li cem wî tune ye ku li beramberî mayîna wî li ser kursiyê, Sûriyê bi temamî bişewitîne.

DYA`yê jî ku xwe li lûtkeya lîsteya welatên alîgirên demokrasiyê bi nav dike, dema ku bi sed hezaran sûrî di dirêjahiya aloziyê de hatin kuştin, tu bertek nîşan nedan. Ji wê zêdetir dema hikumeta Şamê bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî şêniyên Xûta Şerqiye tawanbar kir, îdia kir ku ew ê di 2013`an dde hikumeta Şamê hilweşîne. Lê bi lez ji gefên xwe paşde vekişî.

Îranê jî ji bo meşandina projeya xwe li Rojhilata Navîn anku Kevana Şîe ji zeîfbûna hikumeta Şamê sûd girt, çekdar û pere wek berdêla pêkanîna projeya xwe jê re pêşkêş kirin.

YE jî ji yên mayî ne baştir bû, polîtîkayên wê yên bikêrhatî bûn alîkar ku El-Esad li ser desthilatdariyê bimîne û polîtîkayên wê li gorî yên DYA`yê bûn.

Îro piştî 10 salan, ji sala 2015'an ve ku şerê di navbera wekîlan de veguherî şerê yekser ê di navbera wan hêzan de, rûyê rast ê hemû hêzên ku xwe li ser parastina mafên mirovan û demokrasiyê nîşan didan, derket holê.

Destpêka bi Tirkiyê re, ku îdia kir ku dixwaze desthilata Esed bi dawî bike, lê armancên wê yên rastîn eşkere bûn. Ew dixwaze Mîsaî Millî vegerîne û dewleteke Îxwanî ji Helebê heta Kerkûkê ava bike. Berdêla bidestxistina destkeftiyan li dijî Kurdan û tasfiyekirina wan dev ji rûxandina rejîma Esad berda û çeteyên xwe yên li Heleb, Xûta û Dûmayê û beriya wê li Restenê li Himsê firotin.

DYA`yê ku di bin navê şerê li dijî DAIŞ'ê û kêmkirina bandora Îranê de bi awayekî bibandor bi navê Koalîsyona Navneteweyî ya ku ji zêdetirî 70 welatan pêk tê mudaxeleya Sûriyê kir. Lê dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê sala 2018`an, Serêkaniyê û Girê Spî sala 2019`an, siyasetên wê yên sûdewar eşkere kirin. Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump tu pirsgirêk li cem wî tune bûn ku jiyana bi sedhezaran Kurd û Ereb ji bo kêfxweşkirina Tirkiyê, dûrxistina wê ji Rûsyayê û tevlêkirina wê di startejiya xwe ya sînordarkirina rola Îranê li herêmê de bike qurban.

Ji aliyekî din ve jî, tu astengiyek exlaqî li cem Rûsyayê tune bû ku hegemonyaya xwe ya li Sûriyê bi rêya peymanên ku digihêjin nîv serdemekê li bendera Tertusê û peymanên îstîsmarkirina gazê û fosfatê xurt bike. Li bermanberî pêkanîna van berjewendiyên xwe, gelek bajar bi temamî rûxandin. Her wiha li ser çarenûsa Kurdan li Efrînê bazar kir û rê da dewleta Tirk ku êrişî herêmê bike û komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne.

Lê yên ku xwe bi xeta berxwedanê bi nav dikir û dirûşmên sekinandina li hemberî "Mirin ji Amerîka û Îsraîlê re"berz dikirin, deh salên aloziya Sûriyê  pişta wan a ji bo Îsraîlê isbat kir. Ne qedexe dikin û ne jî liber xwe didin, tenê parastina mafê bersivdayînê ji Hafiz Esed, Mehmûd El-Zexbî, Elî Hebîb, Farûq El-Şerî, Welîd Muellim û Beşar Esed, bi kar tînin. Gelek ji kesên navborî mirin û bi xwe re jî mafê bersivdayînê birin binê axê.

Tekane herêma ku lîstok ji destpêkê ve fêm kir, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku xeta sêyemîn hilbijart û ne bû alî.  Ji ber ku ji destpêkê ve dizanibû ku şerê li Sûriyê şerê desthilatdariyê ye û ne têkoşîna guhertina îhniyeta desthilatdariyê ye.

Ev herêm ji sala 2014’an ve rêgezeke demokrasiyê ya rêveberiyê bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pejirand. Ji ber ku wê ev lîstik fêm kir, berê û heta niha rastî êrişan ji aliyê dewleta Tirk ve tê, ku bi erêkirina Rûsya, Amerîka, Brîtanya û welatên YE`yê vê yekê dike.

10 sal tiştên veşartî eşkere kir, padîşahên maskedar bê maske û tazî hiştin û rûyê rast ê hêzên serdest eşkere kir, li gel ku pirraniya gelê Sûriyê fêm kir ku tu welat an tu hêz piştgiriya wan nake, lê belê berjewendiyên xwe diparêze. Gel Sûriyê jî qurbanê vê yekê ye.

Lê çima Esed û hikûmeta wî tevî 10 sal li ser aloziyê derbas bûn, ji kursiyê nehat xistin. Ji bo naskirina vê mijarê divê em vegerin 2005`an, yanî piştî du salan ji hilweşandina rejîma Sedam Hisên li Iraqê. Wê demê çapemeniya Îsraîlê bi bîr xist ku efserên mezin ên artêşa Îsraîlê pêşniyareke Amerîkayê ji bo bidawîkirina desthilata Beşar Esed red kirine. Li gorî nêrîna Îsraîlê Esed ji aliyê hundirîn ve bi hêz e, lê li derve lawaz e, ji ber vê yekê baştir e ew bimîne…

Tecrubeya Amerîkayê li Iraqê piştî rûxandina Sedam Hisên têrê dikir ku bi baldarî bifikire beriya ku hewl bide rejîma Esed li Sûrîyê hilweşîne, bêyî hebûna alternatîfeke guncaw ku dê metirsiyê li ser berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê çêneke.

Ji aliyekî din ve Rûsya baş dizane ku rûxandina Esed tê wateya destjêberdana berjewendiyên xwe, ji ber ku ya Esed rewabûnê dide hebûna Rûsyayê yan jî  kontrola Rûsyayê li ser Sûriyê. Sûriye di bin destê Beşar Esad de piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê di sala 1991'an de ji Rûsya re bû dergehek da ku careke din vegere Rojhilata Navîn.

Ji bo Îranê windakirina Sûriyê ji bo wê tê wateya windakirina eniyeke pêşketî ji bo pêkanîna hevsengiya bi Tirkiyê, Îsraîl û Amerîkayê re li Rojhilata Navîn. Her wiha tê wê wateyê ku piştî Sûriyê dê dora wê be. Ji ber vê yekê ji bo Îranê mayîna Esed û aloziya Sûriyê pêwîst e ji ber ku rawestandina aloziya Sûriyê wê balê bikişîne ser Îranê.

Bi giştî tişta ku li ser axa Sûriyê qewimî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku gelek caran bi rêya wekîlan tê meşandin û hin caran di navbera aktorên çalak ên yekser de rû dide. El-Esed bi awayekî baş sûd ji van daneyan girt da ku li ser kursiyê bimîne. Wisa xuya dike ku alozî tenê bi şertê ku lihevkirineke navneteweyî û hundirîn bi dawî dibe. Ev yek jî di rewşa me ya niha de dûr e ku pêk were.

(şx)

ANHA