Sûriye, di navbera nakokiya herêma “bêçek” û tevgerên siyasî yên Emerîkayê de

Aloziya Sûriyê di navbera nakokiya li herêma “bêçek” û tevgerên siyasî yên Emerîkayê de diçe û tê. Ji aliyekî din ve nakokî li kendavê di navbera Washington û Tehranê zêde dibe. Tirkiye di krîna moşekên S400 de bi biryar e. Washington ji bo ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê lêkolînan dike.

Rojnameyên Erebî vê hefteyê behsa nakokiya li herêmên “bêçek”, nakokiya li kendavê tevî nakokiya di navbera Enqere û Washintonê de, kirin.

El-Ereb: Êrîşên li nuqteyên kontrolê dê bibin şerê yekser di navbera Şam û Enqereyê de?

Di rojnameyên Erebî de vê sibehê gelek mijarên girîng hene. Ya girîntirîn herêmên qaşo bêçek in. Di vê mijarê de rojnameya El-Ereb de wiha nivîsî: “"Şer li parêzgeha Idlibê û derdora wê ber bi rewşeke nebaş ve diçe. Çavdêr pêşbînî dikin ku dê ev şer bibe şerê rasterast di navber hêzên Tirkiyê û hêzên Sûriyê yên piştgiriyê ji Rûsyayê digirin. Bi taybet piştî Enqereyê da zanîn ku tu niyeta wê ya rawestandina alîkariyê ji komên tundraw, di serî de Heyet Tehrîr El-Şam a bi serkêşiya Cebhet Fetih El-Şam ku di lîsteya terorê de, tune ye."

Al-Şarq Al-Awsat: "Deste" ya opozisyonê "Mirina hewildanên siyasî" ragihand

Rojnameyê wiha nivîsî "Desteya diyalogê ya Sûriyê" a dijber, daxwaznameya hevdîtinan ne pejirand û got ku hevdîtin bê sûd in. Desteyê ji ber geşkirina şer ku ji aliyê Rûsiya, Îran û Rejîmê ve pêk tê, ragihand ku "Hewldanên çareseriya siyasî" mirin e".

Rojnameyê got: “Serokê desteya hevdîtinan Nesr Al-Herîrî di civîneke çapemeniyê ya li Riyadê got `me hevdîtineke bi Rûsan re nepejirand. Me dît ku ev hevdîtin bê sûd e. Çawa em ê bicivin û behsa çareya siysaî û komîteya makzagonê bikin.  Di demek ku ter û hişk li Sûriyê dişewitîne".

El-Ereb: Gelo Erdogan dê şertên danûstandina bi El-Esed re qebûl bike?

Rojnameya El-Ereb wiha got: “Di van rojên dawîn de gelek nameyên danûstandina Tirkiye û rejîma Sûriyê hatin û çûn. Lê şertên Rejîmê yên wek, divê Tirkiye desteka xwe ya ji komên radîkal û cîhadî re bisekinîne û ji xaka Sûriyê vekişe.”

Çavdêr dibînin ku rejîma Sûriyê rexmî tewanên ku davêje Tirkiyê, lê derî li hember her diyalogekê yan jî başkirina têkiliyan bi Tirkiyê re nagire, bi şerta ku desteka xwe ji komên cîhadî re rawestîne.

Al-Şarq Al-Awsat: Emerîka "plana Sûriyê" ya ji 8 xalan pêk tê bi Rûsyayê re gotûbêj dike

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî "Emerîka û Rûsiya derbarê plana ku Emerîkayê pêşkêş kiriye de gotûbêj dikin. Di planê de çareseriya aloziya Sûriyê û astengkirina Îranê cih digrin. Her du alî derbarê kîjan xalê de, li hev bikin an nakin. Her wiha tê payîn ku di navbera rayedarên ewlehiyê yên Rûsya, Emerîka û Israîlê de roja Duşemê dê civînek bête lidarxistin".

El-Ereb: El-Hekîm û El-Ebadî hikumeta Adil Ebid El-Hadî bi armanca hilweşînin boykut dikin

Ji bo Iraqê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Hêzên siyasî yên li Iraqê derbarê hikumeta serokwezîr Adil Abdullmehdî de ku rexneyên gel li dij wî zêde bûne, leza xwegirtinê da. Rexne derbarê binkeftina çareserkirina pirsgirêkên li welat, nexasim dosyeyên xizmetguzariyê û kehbreyê ne.

 El-Ereb: Sûdan ber bi hikumeta têknoqirat ve

Derbarê geşedanên li Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ekrem, yek ji kesên ku hewldana çewisandina çalakiya Sûdanê xelas bûye, derbarê mijarê diaxive "her kes ji bo ku jiyana xwe xilas bike direviya", ji ber ku çakdarên bi erebeyên biçûk hatin û gule berdane çalakgeran.”

Roja 6`ê Nîsanê li Sûdanê çalakiya girevê destpê kiribû. Destpêkê welatiyan  xwest ku serokê berê Umer Elbeşîr ji desthilatiyê bavêjin. Paşê jî li dijî meclisa leşkerî dewam kirin û xwestin ku desthilatdarî têkeve destê hikûmeteke sivîl de".

El-Ereb: Milîsên hikumeta El-Serac derbasî qonaxa parçebûnê dibin

Li ser karûbarên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb got: “Milîsên çekdar û hêzên girêdayî hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê bi serkêşiya Faêz El-Serac piştî nakokiyên di navbera wan de, piştî derbeyên artêşa Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Heftar, derbasî qonaxa parçebûnê bûne.”

El-Şerq El-Ewsat: Li gel tevgerên Emerîkayê Tehran gefa hedefgirtina kerwana keştiyan dixwe

Derbarê aloziya di navbera Îran û Emerîkayê de rojnameya El-Şarq El-Awsat nivîsî "Wezareta bervaniyê ya Emarîkayê ragihand ku dê ew li dijî gefên Îranê yên asmanî û deryayî hezar leşkeran rêkin Rojhilata Navîn. Fermandarê Muhafizên Şoreşê Hisên Selamî jî duh gef xwarin û got ku moşekên Îranê yên Palestî dikarin bighêjin keştiyên firokan yên li deryayê".

El-Ereb: Trump, Îranê dike bin zexta êrîşa paşdexistî

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya El-Ereb got: "Piştî rawestandina derbeya leşkerî, ku dihate payîn piştî hêzên Îranê balafira keşfê ya Emerîkayê xistin xwarê, amadekarî jê re hatibû kirin, serokê Emerîkayê Donald Trump Îran xiste bin çavdêriya bi fikar.”

El-Ereb: Ji Emerîkayê cezayên nû yê ji bo Tirkiyê

Rojnameya El-Erab nivîsî: “Li gorî çavkaniyan, rêveberiya serokê Emerîkayê Donald Trump amadekariya sê paketên cezayan li dijî Tirkiyê dike. Ji ber kirîna sistema mûşekan ya Rûsî S400. Piştî ku ev nûçe belav bû buhayê lîreya Tirkiyê roja Çarşemê ji sedî 1.4 daket.”

(şx/bm)


Mijarên Din