Şîrket El-Şemal projeya xwe ya mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne

Şîrket El-Şemal a avakirinê, xebatên xwe ji bo temamkirina projeya bazirganî ya herî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Projeya Sinter Tebqa didomîne. Şîrketê ji navîna sala borî ve dest bi projeyê kiriye.

Piştî derbasbûna 10 mehan ji destpêkirina xebatên avakirina Projeya Sinter Tebqa ve ya ku dikeve aliyê paş sûka navendî, werşeyên kar xebatên xwe bi asteke bilind bi armanca bidawîkirina projeyê piştî 2 mehan didomînin. Piştî wê dê xebatên îksayê dest pê bikin.

Dihat payîn ku li gorî dema ku Buroya Endezeyê ya Şîrket El-Şemal diyar kiriye, xebat di navîna meha Adarê de bi dawî bibe, lê rewşên hewa û barana ku bi giranî barîye, xebat ji zêdetirî du mehan re dereng xist. Ji ber wê dema temamkirina projeyê heya dawiya meha Tîrmehê hate paşdexistin.

Di projeyê de zêdetirî 80 karker ji beşên cuda mîna avaker, hesinkarî, necar, boyax û dîkor dixebitin. Tevahiya werşe di heman demê de li gorî plansaziya ku ji hêla tîma endezyar ve ya ku çavdêriya projeyê dike diyar bûye dixebitin.

Proje ji du avahiyên li beramberî hev pêk tê. Dirêjahiya her yekî 172 û firehiya wan 9 metre ne. Li navenda her du avahiyan qadeke navendî bi dirêjahiya 165 û firehiya 15 metreyan heye. Her wiha du deriyên têketinê yên berfireh yek ji aliyê rojhilat û yek din jî ji aliyê rojava ve, geracek ji aliyê bakur ve û parkek ji aliyê başûr ve hene.

Li gorî plansaziya endezeyî di projeyê de 84 dikanên bazirganî, 28 holên firotinê, 6 xwaringeh û kafeterya hene. Tevî wê jî parkeke giştî, rawestgeha erebeyan û 14 deriyên derketina rewşên awarte.

Îksaa û dekora hemû dikan û holên projeyê ji aliyê boyax, derî û dekorên din ve, dê hemû yek bin.

Projeya Sinter Tebqa ji projeyên herî mezin a Tebqayê tê hesibandin. Proje derfetên kar ji şêniyên bajêr re peyda kirin û gaveke mezin e ber bi ji nû ve avakirina Sûriyê ve.

(şx)

ANHA


Mijarên Din