Şîrketa kehrebeya Minbicê alîkariyê dide gundewaran

Şîrketa kehrebeyê bi armanca ku kehrebe bighêje hemû malên gundewarên Minbicê hewl dide şalterên 16 embêr ji tevahî gundewarên bejêr re, dayne.

Piştî gelek zehmetiyên li gundewaran ku gelek xirabûn çêbûn û ji ber wê kehrebe dem dem li ser malan qut dibû, kehrebeke bi awayekî wekhev ne digha tevaî malan ji ber bê serûber dihat bikaranîn, ev yek pêk hat. Bi rêya şalteran miqdarê kehrebeya tê bikaranîn diyar dibe û hem malek herî zêde 16 embêran digre.

Projeya danîna salterên 16 embêr ji ber gelek sedeman hat ji wan, da ku barê stasyona kehrebeyê sivik bibe, alavên di hundirê wê de were parastin, her wiha barê gundewaran kêm bibe û toreyên kehrebeyê û sîstema wê bi tevahî were parastin.

Li gorî Hevserokê Şirketa Kehrebeyê ya Minbicê, piştî ku şalterên 16 embêr li gundan hatin siwarkirin, gelek cûdahî ketî.

Heta niha 7 derketinên esasî ji projeyê re hatin danîn û ew jî wiha ne: Derketina Ithad, Farat, Menkobe, Til Hozan, Eyn El-Ereb, Xarofiyê, Til Eswed.

Gundên ku şalterên 16 embêr jê re hatin siwarinkirin ev in: Ji derketina Ithad(Irême-Oscliya Mezin, Oscliya Biçûk-Siêdiyê, Siêdiyê Emarat-Siêdiyê Xotat-Tehne El-Hoşo-El-Esamîn-Um Setih-mezreya Um Setih, Mihsne-El-Isêliyê) ji derketina Farat jî(Um Edse Farat û mezre-Zenkîl-Farat-Xirbet Nefix).

Ji derketina El-Menkûbe(Qibeb Beniye-El-Hidhd), ji derketina Til Hozan li ser van gundan hate kirin (Gundê Esediye Şerqî), ji derketina Eyn El-Ereb(El-Xerfan-El-Kirsan-Heiyê Mezin-Heiyê Biçûk-El-Mîrat- El-Newace), ji derketina Xarûfiyê gundê Qinyet El-Xira û ji derketina Til Eswed jî gundê El-Şiblî.

Hevserokê Şerîketa Kehbre Minbicê Xalid Mihemed, got xebat li bejahî dewam dike da ku şalter hemû werin siwarkirin.

Welatiyekî ji gundê Oscliya Mezin Inad Ebd El-Hemîd anî ziman ku projeya siwarkirina şalteran sûdeke mezin li şêniyan kir û êdî her malekê 16 embêran tenê dikare bikar bîne.

Li gorî Inad, tiransê kehbre yê li gund ji ber zextê û bikaranîna bêserûber a kehbre, du caran hate rawestandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din