Şîrketa Pêşxistina Çandinî nirxên genim û ceh radestî cotkarên Serêkaniyê kirin

Şîrketa Pêşxistina Çandinî li herêma Serêkanikyê dest bi dayîna fatoreyên berhemên genim û ceh a cotkaran a ku li gor bihaya Rêveberiya Xweser di demeke berê de diyar kiribû, kir.

HESEKÊ

Piştî çinîna cotkarên herêma Serêkaniyê berhemên genim û ceh û firotina ji Rêveberiya Xweser re bi bihaya diyarkirî, Şîrketa Pêşxistina Çandinî li herêmê dest bi dayîna fatoreyên berheman ji cotkaran re kir.

Depo û navendên wergirtina berheman ên herêma Serêkaniya di 26’ê Gulanê de ji cotkaran re hatin vekirin.

Li gor Şîrketa Pêşxistina Çandinî diyar kiriye, navenda depoyên tovan li bajarokê El-Sefeh 9 hezar ton ji berhema genim û 13 hezar ton jî ji ceh wergirtin. Her wiha Şîrketê ji cotkaran re naveda depoyên Aliye vekir û hejmara genimê ku heta niha hatiye wergirtin 4 hezar ton e.

Di vê çarçoveyê de endamê rêveber ê Şîrketa Pêşxistina Çandinî Nesredîn Derwîş got berhemên li navendên wergirtinê ji radeya 3 û 4 in.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayên genim bi 160 lîreya Sûriye û ceh jî bi 100 lîreya Sûriyê ji cotkaran re diyar kiribû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din