Şîrketeke Almanyayê bê destûr bernameyeke sixûriyê da Tirkiyê

Ajansa Associated Press ragihand ku nûnerên dozgeriya Almanyayê îdiayên ku şîrketeke li wîlayeta Bavyerayê bernameyeke sixurîyê pêşkêşî Tirkiyê kiriye da ku sîxûriyê li ser rojnemevan û muxalifên Tirkiyê bikin, lêpirsîn dike.

Dozgerên Munchenê yê Almanyayê duh got wan doz li şîrketa ‘Finfisher’ vekiriye, piştî ku şikayet ji komeke rêxistinên nefermî girtin, di nav de Rojnamevanên Sînornenas (RSF) li Almanyayê û navenda Ewropayê ya mafparêzên destûrê û mafên mirovan.

Rêxistinên nefermî û navenda wan li Munchenê dibêjin ku qanûnên hinardekirinê binpê kirin û bêyî destûra ji hikumeta Almanyayê bername pêşkêşî Tirkiyê kir û bernameya xwe "Fin Spy" ji bo êrîşkirina çalakvanên hikumetê bike, ew yek bi rêya gihandina tiştên taybet li ser telefonên wan.

Piştî ragihandina destpêkirina lêpirsînê, hikumeta Almanyayê û ya Tirkiyê heta niha behsa dozê nekir.

Li gorî malpera Ahval a Tirkiyê ragihand ku gerînendeyê Rojnamevanên Sînornenas Christian Mihr wiha got: "Dîtina bernameya sîxuriyê ya Almanyayê ku li dijî rojnemevan û muxalifên  li Tirkiyê tê bikaranîn, nayê qebûlkirin."

(jo)


Mijarên Din