Şîrketên balafiran navên kesên dikarin derbasî başûr bibin diyar dike

Rêveberên Deriyê Sêmalkayê gotin: "Wan xwediyên paseportên cûyîna Ewropayê ji bo Başûrê Kurdistanê qedexe nekirine. Lê şîrketên balafiran navan diyar dike."

Di çarçoveya tedbîrên li djiî koronavîrusê de li gelek dewletên cîhanê balafirgeh û deriyên sînor hatin girtin. Di nav de deriyê Sêmalkayê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye.

Gelek kesên ku paseporta çûyîna Ewropayê wergirtine li herêmên Rêveberiya Xweser asê mane û nikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin ji bo ku vegerin Ewropayê.

Li ser vê mijarê rêveberên Deriyê Sêmalkayê ji ANHA'yê re axivîn. Rêveberan diyar kirin ku piştî bidawîbûna dema qedexeyê deriyê sînor ê Sêmalkayê  ji bo kesên ku li Başûrê Kurdistanê asê mane hate vekirin da ku vegerin herêmên xwe.

Her wiha bi bîr xistin: "Ji bo xwediyên paseportên rêwîstiya ber bi Ewropayê ve wan roj ji bo derbasîbûna Başûrê Kurdistanê diyar kirin. Bi taybet piştî ku deriyê Pêş Xabûr biryara pêşwazîkirina xwediyên paseportên çûyîna Ewropayê da. "

Rêveberan destnîşan kir ku nav tenê ji aliyê şîrketa balafirê ya Qeterê tên diyarkirin.

Rêveberan diyar kirin ku piştî veguhestina şîrketa balafiran a Qeterî bi şîrketa Flay a Hewlrê hin astengî li pêşiya rêwiyên li wir derket, tezkereyên rêwîtiyê yekser ji şîrketa Flay a Hewlrê tên qutkirin, şîrket navan diyar dike û bi rêya Wezareta Hundir a Başûrê Kurdistanê radestî deriyê Pêş Xabûr dike.

Her wiha gotin, ji bo Deriyê Sêmalkayê jî navên diyarkirî tenê dikarin derbasî başûr bibin, ya ku niha nahêlin rêwî derbas bibin ne rêveberiya Deriyê Sêmalkayê ye, ji ber ku neçar in li gorî navên ku Rêveberiya Deriyê Pêş Xabûrê dane wan rêwiyan derbas bikin.

ANAH


Mijarên Din