Şêrîn Hemê: Armanca Tirkiyê qirkirina Kurdan e

Hevseroka TEV-DEM’ê ya Hesekê Şêrîn Hemê got: “Gelê Sûriyê armanca dewleta Tirk a dagirker fêm kiriye. Dewleta Tirk dide fitneyê di nava gelên herêmê de biafirîne û gelê Kurd qir bike.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” hovîtirîn sûcên li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî, pêk tînin. Lê dewletên cîhanê yên ku îdea dikin mafê mirovan diparêzin, li hember van sûcan bêdengin.

‘HEDEFA DWELETA TIRK QIRKIRIN E’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Hesekê Şêrîn Hemê ji ANHA’yê re axivî.

Şêrîn di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Her kes dizane dewleta Tirk dewleta Osmanî ya faşîst e. Dixwaze hemû herêmên Sûriyê dagir bike. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, her wiha hewl dide bajarên dîtir jî bi rêya çeteyên xwe dagir bike. Armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd û afirandina fitneyê ye. Dewleta Tirk dixwaze serdema Osmanî vejîne. Lewma jî hewl dide welatên cîhanê dagir bike, mîna niha li Lîbyayê dike. Her wiha çeteyên xwe lê belav dike û serweriya xwe li ser ferz dike."

‘GELÊN HERÊMÊ ŞERÊ TAYBET DINASIN’

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku dagir kirine, bi rêya şerê taybet û nûçeyên ku belav dike, hewl dide rastiyên li herêmê binixumîne , plan û ajandeyên xwe derbas bike.

Şêrîn diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî aliyan de bi hev re dixibitin û bi şerê taybet ê ku dewleta Tirkiyê dimeşîne, hesiyan e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê em piştgiriya hev bikin, ji bo planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin.  Divê tevahî partiyên Kurd û pêkhateyên herêmê li hember dewleta Tirk bisekinin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din