Stad bi xwîna alîgirên tîma Cîhad sor bû

Şahideke serhildana Qamişlo ya 2004`an, detayên komploya hêzên ewlehiyê yên Sûriyê vegot. Ew komploya ku di encamê de bi dehan Kurd bûn qurbanî.

Di 12’ê Adara 2004’an de li stada Qamişlo, maçeke fotbolê di navbera tîma El-Fitwe (Dêrazor)û tîma Cîhad (Qamişlo) de çêbû. Lê planên hêzên emnî yên Sûriyê cuda bû û armanc kuştina Kurdan bû. Armanc gelê Kurd û Ereb li hemberî hev rakirin bû.

Serhildana ku di encama bûyerên li stada bajarê Qamişlo de dest pê kir, li pişt xwe gelek siyasetên xirab ên partiya Baasê vedişartin.

TENÊ ALÎGIRÊN CÎHADÊ HATIN KONTROLKIRIN

Ferîd Oso ji şêniyên navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye û niha li kantona Şehbayê dimîne. Wê rojê li stadê bûye. Oso girêdayî wê rojê wiha dibêje: "Ez û hinek heval ji paytexta Sûriyê Şamê bi 4 basan çûn Hesekê da ku piştgiriya tîma xwe ya Cîhad bikin. Li wir em derdora 15 hezar ji tevahiya herêmên Kurd ên Rojava bûn. Dema em gihaştin stadê, du derî hebûn. Yek a alîgirên tîma Cîhad û ya din a alîgirên tîma Fitwe bû. Polîsên hikumeta Sûriyê bi zanabûn, tevahiya alîgirên tîma Cîhad kontrol kirin, lê alîgirên tîma Fitwe bê kontrol derbasî stadê bûn. Polîsan nehişt em tiştekî tûj bi xwe re derbas bikin, heta şûşeyên avê qedexe kirin.”

GOTINÊN NEXWEŞ JI KURDAN RE GOTIN

Oso wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Beriya maç dest pê bike, alîgirên tîma Fitwe gotinên neexlaqî û kirêt li alîgirên tîma Cîhad û netewa Kurd kirin. Piştî çarêkekî ji destpêkirina maçê, alîgirên tîma Fitwe bi gelek çekan, cû, kêr û şûran êrişî alîgirên tîma Cîhad kir."

Oso di vegotina detayên wê rojê de bi rûyekî xemgîn ev tişt anî ziman: "Ji ber êrişan hejmarek alîgirên tîma Cîhad bûn qurbanî û birîndar bûn. Stad tijî xwîna alîgirên tîma Cîhad bû. Piştre agahî li tevahiya bajêr belav bû. Malbatên alîgirên tîmê hatin stadê da ku zarokên xwe ji komkujiyê xilas bikin."

Oso diyar kir ku  hikumeta Sûriyê binpêkirinên xwe ne tenê li stadê, li derveyî stadê berdewam kirin û şêniyên ku hatin zarokên xwe xilas bikin, gulebaran kirin.

Ferîd Oso wiha pê de çû: "Hikumeta Sûriyê, Kurd bi hilweşandina hikumeta Seddam tewanbar kirin. Hilweşîna hikumeta Baas a bi pêşengiya Sedam Husên sedema sereke ya wê bûyerê bû. Lewra hikumeta Sûriyê bi lez fîtne di navbera Ereb û Kurdan de afirand."

(şx)

ANHA


Mijarên Din