Stada futbolê ya Kobanê dê di demek nêz de vebibe

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê xebatên xwe ji bo avakirina stada futbolê bi dawî kirin. Dê di rojê pêşiya me de stad bê vekirin.

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê, piştî xebata 7 mehan, xebatên avakirina stada futbolê bi dawî kir.

Komîteyê, amadekariyên vekirina stadê li pêşberî lîstokvanan di çend rojên pêşiya me de dike. Berpirsan diyar kir ku stad dê bi merasîmekê di hefteya bê de were vekirin.

Di bajêr de du stadên ku milkiyetên wan taybet in, hene û têra pêwîstiya werzîşvanan nake. Lewma pêwîstî hat dîtin ku stadek were çêkirin.

Stada ku nû tê avakirin, li rex navenda Yekîtiya Werzîşê ye li beşa başûrrojavayê bajarê Kobanê ye.

Komîteya Ciwan û Werzîşê xebatên amadekirina zemîna stadê, dirêjkirina têlê li dora stadê tevî ronîkirina stadê bi dawî kirin. Tenê hindek tiştên besît mane beriya ku komîte bi awayekî fermî vekirina stadê ragihîne.

Girêdayî mijarê serokê Yekîtiya Werzîşê ya Kantona Kobanê Mihemed Ebdî got ew deteyên dawîn temam dikin û got: “Di avakirina stadê de hinek kesên ji Nerwêcê destek dan me.”

Ebdî diyar kir ku ji ber zivistanê proje dereng ma. Her wiha destnîşan kir ku di radeya yekemîn de dê stadek taybet ji bo zarok û ciwanan diyar bikin da ku behreyên xwe pêş bixin.

Li rex vê stadê û du stadên berê, stadek nû ku milkiyeta wê taybet e tê avakirin.

Di van çend salên dawîn de li gel teşwîqkirina Rêveberiya Xweser ji çalakiyên werzîşî, tîmên futbolê re û birêxistinkirina turnuvayên herêmî, futbol li kantona Kobanê gelek pêş ketiye. Ji ber wê pêwîstî bi avakirina stadan hate dîtin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din